Koçberek ji Girê Spî: Çavek digirî û çavek jî bendewarê çareseriya qada leşkerî ye

Çav girîyekî bişewat dibarîne û çavek bendewarê çareseriya qada leşkerî ya QSD`ê ye, ev e rewş û halê şêniyên navçeya  Girê Spî .  Şêniyên ji ber artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, di nava roj û şevekê de bûn koçber, hin li çol û çepelan man û hinan jî cih û war ji xwe re peyda kirin.

Koçberek ji Girê Spî: Çavek digirî û çavek jî bendewarê çareseriya qada leşkerî ye
17 cotmeh, 2019   07:32
REQA

Tevî azara koçberan lê di wê baweriyê de ne ku veger nêz e, wekî ku çawa çeteyên DAIŞ`ê ew koçber kirin û bi saya şervanên QSD`ê li malên xwe vegeriyan, dê vê carê jî heman hêz wan li malên wan vegerînin.

Rewşa koçberên ji Girê Spî a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi êş e. Koçberên ku ber bi bajarê Reqayê û gundewarên ve çûn û geşedanên li bajarên wan diqewime dişopînin û kiryarên çeteyên artêşa Tirk a dagirker, ji kiryarên revandin, talkirin, wêrankirina mal û malên wan ji vir û ji wir dibihîzin.

Dema ajansa me hevdîtin bi hejmarek ji koçberên ji bajarê  Girê Spî  re çêkirin, gotin em hîn li bajarên xwe bûn, wan sûcdariyên artêşa Tirk û çeteyên wê nas dikir, hêj rewşa dagirkirina Efrînê li ber çavên me ye, pey re kiryarên revandin, talankirin û qirkirina ku hem zarok hem pîremêr û jinan dide ber xwe.Şêniyên wiha anîn ziman"Çeteyên artêşa Tirk a dagirker ne dîn ji wan re heye ku wan ceza bike û ne wîjdan ji wan re ku sûcên wan sînordar bike."

Şêniyên  Girê Spî  yên koçber bûne, di wê baweriyê de ku bi saya QSD`ê dê bajarê wan wek ku ji çeteyan hate rizgarkirin, dê niha jî were rizgarkirin û vegera li warên xwe jêneveger e.

Emîna Hadî(50)ku ji şêniyên  Girê Spî  ye, dema agahiyên diziya artêşa Tirk û çeteyan wê dibihîze, keda hevser û zarokên xwe di avakirina malê de ku li pey xwe hiştin û rihê xwe xelas kirin û mal û milkên wan bûn talanên çeteyan, di roj û şevekê de bûn ne cih û war, bi zimakeî şewat behs dike.

Emîna Hadî pirsa aştiya ku Erdogan pê bang dike, ku tenê dagirkerî û dijminê aştiyê ye û wiha pê de çû"Em koçber bûn, mal û milkên me wêran bûn, malên me hatin hilweşandin û bi sedan şehîd ketin, Erdogan qala kîjan aştiyê dike, ev jî aştiye ku talankirin, wêrankirin û terorê tîne welatê me?"

Emîna hêrs û êşa xwe der barê bêdengiya navdewletî ya beramberî komkujî û koçberkirinên li dijî hemû gelê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê anî ziman û got, civaka navdewletî hesabê sûcan ji artêşa Tirk û çeteyên wê naxweze, her wiha hêviya serkeftina ji QSD`ê re xwest û got, serkeftin nêz e. 

Zaroka bi navê Abîr Ronîda Mihemd (11) terka dibistan û hevalên xwe anî zimên û wiha pirs kir"Çi gunehê me ye ku me terka qelem û lênûsên xwe kiriye, çi guhenê me ye ku Tirkiyê me dikuje, me çi kiriye ku hesabekî wiha û bi rêbazekî kirît em werin cezakirin?"

Her wiha Ronîda got, ma gelo rêxistinên mafên zarokan tune ne?Ka çawa ji sûcên dewleta Tirk û çeteyan re bûn bersiv, me çi kiriye ku xewnên me bikujin?

(eh)