Îtalya: Divê êrîş yekser rawestin

Îtalya jî tev li hêzên Ewropayê yên mezin bû ku êrîşên dewleta Tirk red dikin û diyar kir ku êrîşên Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê "nayên qebûlkirin" û banga yekser rawestandina êrîşan kir.

Îtalya: Divê êrîş yekser rawestin
10 cotmeh, 2019   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Îtalyayê Luigi de Mayo îro got êrîşên Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê "nayên qebûlkirin" û banga yekser a rawestandina van êrîşan kir.

Li gorî Reutersê, Luigi de Mayo Kongreya Romayê bi bîr xist û got: "Em wek hikumet însiyatîfa êrîşkirina Tirkiyê nayê qebûlkirin û şermezar dikin. Ji ber ku xebata leşkerî ya berê her tim bi xwe re zêdekirina terorê pêk tîne."

Luigi de Mayo wiha domand: "Em banga yekser a bidawîkirina vê hemleya ku nayê qebûlkirin dikin. Ji ber bikaranîna hêzê jiyana gelê Sûriyê yê ku di salên borî pir êş kişandine, dike xetereyê."

Hêzên mezin ên Ewropayê mîna Fransa, Brîtanya û Almanyayê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kirin û bang lidarxistina civîna awarte ya Meclisa Ewlehiyê, kir.

(fr)