Eşîrên Tirbespiyê: Em amade ne çekan rakin û li pêşiya dijmin bisekinin

Eşîrên Ereb, Kurd û Suryan ên li navçeya Tirbespiyê desteka xwe ji QSD`ê re ragihand.

Eşîrên Tirbespiyê: Em amade ne çekan rakin û li pêşiya dijmin bisekinin
10 cotmeh, 2019   12:02
QAMIŞLO

Nûner û rûspiyên eşîrên Tirbespiyê daxuyaniyek da û tê de wiha got:

"Em îro di pêvajoyeke xeternak de ku di êrîşên li ser herêmên me ji aliyê hêzên Erdogan û çeteyên wî yên bi navê Artêşa Azad, komên terorîst ên Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê dijîn, bi wê yekê dixwazin gelê me li pêşiya bidin koçber kirin.

Wan çeteyan ku mixabin nasnameya Sûriyê radikin û bi fermana Erdogan êrîş dikin, di demekê de ku cîhanê ji bîr ku zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran şehîd ji bo parastina hemû cîhanê dane. Em mafdar in. An serkeftin an mirin.

Em wek rûspiyên navçeya Tirbespiyê ji hêzên xwe QSD`ê re dibêjin ku hêviya me bi we pir e û bawer in ku em ê bi ser bikevin, ji ber ku Xwedê bi we re ye û bizanin ku eşîrên Kurd, Ereb, Suryan, êzidî, Çerkez û Tirkmen ji hemû pêkhateyan û gelê Sûriyê piştgiriya we dike û bi yekdestî û amadekariya xwe ji bo rakirina çekan ji bo pêşîlêgirtina dagirker û çeteyên wê radigihînin.”

(jo)

ANHA