Li Serêkaniyê bi dehan çete hatin kuştin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bersiva êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bajarê Serêkaniyê didin, di encamê de bi dehan çete hatin kuştin.

Li Serêkaniyê bi dehan çete hatin kuştin
10 cotmeh, 2019   11:46
HESEKÊ

Artêşa Tirk a dagirker topbaranan û bombebarana li ser bajarê Serêkaniyê didomînin. Di heman demê de çeteyên Sûriyê di aliyê bejahî de tev li êrîşkirinê dikin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk bersiva êrîşan dide. Niha şerên giran di navbera herdu aliyan de rû dide.

Nûçegihanê me diyar kir ku li Mezreya Mecê, bajarokê Til Helef û herêma Pîşeyî  bi dehan çete hatin kuştin.

Li aliyekî din jî malperên çeteyên girêdayî Tirkiyê wêneyên kuştiyên xwe belav dike.

ANHA