ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28.05.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 28.05.2019
28 gulan, 2019   04:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Meclisa Malbatên şehîdan a taxa Şêxmeqsûd merasîma bîranîna salvegera 4`emîn a şehadeta 12 têkoşerên ku sala 2016`an di encama teqîna avahiyekê de li taxa Seken Şebabî şehîd bûne li qada şehîd Ebû Şiyar li dar dixe, saet 19:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Siyasetmedar Idrîs Îso diyar kir ku Rûsya êdî bi bazarnan bawer nake ji ber wê dest bi avakirina bargehên leşkerî li herêmên Şehbayê dike. Îso got: "Idlib destpêka têkçûna planên Tirkiyê li Sûriyê ye." (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Ekrem Mehşûş anî ziman ku armanca Tirkiyê ya ji lêkirina dîwaran li derdora Efrînê nasnameya Kurdî ji holê rake û çeteyên xwe lê bi cih bike. Mehşûş got:  "Wekî gelê Sûriyê em ê li hemberî binpêkirinên li Efrînê têne kirin bisekinin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Salih Muslim destnîşan kir ku di çareserî û aramiya Sûriyê û Rojhilata Navîn de divê rola pozîtîf ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan neyê paşguhkirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

Şaredariya Gel a bajarokê Hecînê yê ku di demên dawî de ji aliyê QSD‘ê ve ji çeteyên DAIŞ‘ê hatiye rizgarkirin dest bi gelek projeyên xizmetguzariyê kirin û gelek erk pêk anî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şaredariya Gel a taxa Şêxmeqsûd a Helebê hemû hewldanên xwe ji bo pêkanîna projeyên xizmetguzariyê û pêşxistina rewşa taxê dike. Hinek jê pêkhatin û hinek din jî hîna xebatên wê berdewam in.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Ev sê sal in li pey hev tecrubeya çandina sebzeyên havînê li gundewarê Til Hemîsê bi taybet li gundê Umeye yê 35 dikeve başûrê bajêr bi ser dikeve. Lê rûbara ku îsal hatiya çandin li gorî salên derbasbûyî firehtir e. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Di çarçoveya jiyana komînal ku li gundê Carûdiyê ya herêma Dêrikê hatiye rûniştandin de, 27 malbat mil bi mil projeyek destpêkirin û berhemên wê bi awayekî wekîhev dabeşî hev dikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Zêdebûna kurm, kêzik û kelmêşan li Kobanê dibe sedema acizbûna şêniyan û şaredarî jî li gorî derfetên xwe hewl dide vê pirsgirêkê çareser bike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Jinên Kobanê dest bi komkirina mewsima pelên tirî ji demsala zivistanê re kir ku heta zivistanê dê ew pel ji bo gelek xwarinan werin dagirtin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA