Jiyan li Hecînê zindî dibe

Şaredariya Gel a bajarokê Hecînê yê ku di demên dawî de ji aliyê QSD‘ê ve ji çeteyên DAIŞ‘ê hatiye rizgarkirin dest bi gelek projeyên xizmetguzariyê kirin û gelek erk pêk anî ye.

Jiyan li Hecînê zindî dibe
Jiyan li Hecînê zindî dibe
Jiyan li Hecînê zindî dibe
Jiyan li Hecînê zindî dibe
Jiyan li Hecînê zindî dibe
Jiyan li Hecînê zindî dibe
Jiyan li Hecînê zindî dibe
Jiyan li Hecînê zindî dibe
28 gulan, 2019   04:35
DÊRAZOR

Bajarokê Hecîn mîna gelek bajarên Sûriyê di encama şer û mayînên çeteyên DAIŞ`ê de rastî wêrabûnê hatiye. Piştî şervanên QSD‘ê bajarok ji çeteyên DAIŞ‘ê rizgar kirin û ji mayînan û bermehiyên şer paqij kirin, Şaredariya Gel a ku di 4`ê Nîsanê de ava bûye, dest bi gelek projeyên xizmetguzariyê kir û gelek jê pêk anîne. Şaredarî bi vê yekê hêvî dike ku şêniyên vegerin bajarokê.

Ji xebatên girîng ên ku şaredariya nû pêk anî ye:

-Projeya tiba edlî: Ev proje têkildarî rakirina cenazeyên ku bi awayekî bêser û ber belav bûne. Di vê projeyê de cenaze têne belgekirin, piştre di gorên edlî de têne veşartin. Heta niha derdora 35 cenaze ji bin enqazan de hatine rakirin.

-Projeya rakirina enqazan: Di vê projeyê de bendên axî û enqaz ji bajarokê têne rakirin û rojane derdora 200 m3 bermahî ji bajarokê têne derxistin.

-Projeya belavkirina ava vexwarinê: Ji ber ku tevahiya stasyonên ava vexwarinê li herêmê rawestîne, Şaredariya Gel wekî gava destpêkê rojane avê pak dike piştre li tevahiya malên bajarokê belav dike.

-Projeya rakirina çopê: Ji xebatên şaredariyê yên her girîng rakirina sergoyên bê ser û ber ji bajarokê û derxistina wê ji cihên diyar derveyî bajarokê ye da ku rê li pêşiya belavbûna nexweşiya bên girtin, mîna nexweşiya Laşmaniya û gelek nexweşiyên zarokan. 

Gelek şêniyên bajarokê Hecînê di demên cuda de piştî rizgarkirina bajarokê ji hêla QSD`ê ve vegerîne. Lê ji ber tunebûna xebatên xizmetguzariyê gelek ji wan hîna venegerîne.

(şx)

ANHA