Îso: Idlib destpêka têkçûna planên Tirkiyê li Sûriyê ye

Siyasetmedar Idrîs Îso diyar kir ku Rûsya êdî bi bazarnan bawer nake ji ber wê dest bi avakirina bargehên leşkerî li herêmên Şehbayê dike. Îso got: "Idlib destpêka têkçûna planên Tirkiyê li Sûriyê ye."

Îso: Idlib destpêka têkçûna planên Tirkiyê li Sûriyê ye
28 gulan, 2019   04:20
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Piştî ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (El-Nusra berê) û çeteyên Teyet El-Tehrîr agirbesta di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de red kirin û ji ber ku Tirkiyê bendên lihevkirinên Soçî û Astanayê yên girêdayî derxistina çeteyên Cbehet El-Nusra ji nuqteyên ku bi Rûsyayê re li hev kirine, şer di navbera Rejîma Sûriyê bi desteka Rûsyayê û çeteyan de derket. Şer li gel bikaranîna çeteyên girêdayî Tirkiyê çekên giran û moşekên pêşketî ku Tirkiyê ji wan re pêşkêş kirine berdewam e.

Girêdayî bûyerên ku li Idlibê rû didin û nakokiyên di navbera Rûsya û Tirkiyê de berpirsê rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Yekitî) yê Serêkaniyê parêzer Idrîs Îso ji ANHA‘yê axivî. Îso got: "Bûyerên dawîn ku li Idlibê rû didin û êrîşa leşkerî ya dijwar ji hêla Rejîma Sûriyê ve bi hevkariya Rûsyayê li dijî Idlibê hemû encamên lihevkirinên berê di navbera Tirkiyê, Rûsya û Îranê de ne."

Dagirkeriya Tirk û Rûsyayê li ser mijara derxistina çeteyan ji dora Idlibê bi 15 heya 20 km li hev kiribûn. Îso destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk hewl da çeteyên xwe derxîne û wan kir amûrê pêkanîna berjewendiyên dewletên ku mudexeleya Sûriyê dikin bi taybet Tirkiyê, Îran û Rûsyayê.

Dorpêçkirina çeteyan û derxistina wan ji Şamê

Piştî ragihandina herêmên bêçek, hêzên Rejîma Sûriyê bi lez hebûna xwe li wan herêman xurt kir, girêdayî wê Îso got: "Lihevkirinên rawestandina şer, helwesta Rejîma Sûriyê xurt kir. Di encamê de çete ji başûrê Sûriyê bi giştî û gundewarê Şamê jî vekişîn û li bajarê Idlibê bi cih bûn."

Îso destnîşan kir ku Rejîma Sûriyê, çeteyên girêdayî Tirkiyê di quncikek teng de di erdnîgariyek sînordar de kom kirin, piştî ku çeteyan herêmên berfireh ji Sûriyê bi taybet herêmên nêzî Şamê xistibûn bin serweriya xwe.

Îso balkişand ku her sê rejîmên Sûriyê, Rûsya û Tirkiyê ev plan danî da ku çeteyan li herêmekê kom bikin, piştre herêmê kontrol bikin, bi taybet ji ber ku herêm derveyî lihevkirinên Astanayê ye.

Îso dît ku dagirkeriya Tirk di dema niha de ti berjewendiyên wê di tunekirina çeteyan de li Bakurê Sûriyê tune ye ji ber ku Tirkiyê dewleta ku bi awayekî yekser û ne yekser desteka wan çeteyan li ser tevahiya astan dike, jê peydakirina rêyan û vekirina korîdoran ji bo derbasbûna çeteyan ji Tirkiyê ber bi bakurê Sûriyê ve.

Di nav gotinên xwe de Îso diyar kir ku eger Idlibê ji aliyê leşkerî ve bi binkeve, Tirkiyê dê kaxizek ji kazixên xwe yên sereke winda bike, bi taybet piştî ku Rûsya êdî bazaran red dike, mîna ku li hejmarek dever û bajarên Sûriyê kiriye. Îso wiha berdewam kir: "Rûsya êdî bi bazaran bawer nake, ji ber wê bargehên leşkerî nû li herêmên Şehbayê ava dike. Ev jî isbat dike ku Rûsya ji herêmê venakişe barovajî ku li Efrînê kiriye."

Di dawiyê de berpirsê rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurd lli Sûriyê (Yekitî) Idrîs Îso got: "Helbet wê Tirkiyê derkeve ji ber ku dewletek dagirker e û tu mafên wê li Sûriyê tune ne. Her wiha Tirkiyê destekderê sereke yê komên terorîst e. Civaka navdewletî, gelê Sûriyê û hêzên di Sûriyê de aktîv ne niha û ne jî di pêşerojê de qebûl nakin ku hebûnek leşkerî yan jî sivîl a Tirkiyê li xaka Sûriyê hebe. Binketina Idlibê dê bibe destpêka têkçûna Tirkiyê li Sûriyê."

(şx)
ANHA