Koçberên kampa Holê dest bi qeydkirina navên xwe kir

Piştî biryara Rêveberiya Xweser ku koçberên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li warên xwe vegerin, koçberên ji Reqa û Tebqayê dest bi qeydkirina navên xwe kir.

Koçberên kampa Holê dest bi qeydkirina navên xwe kir
Koçberên kampa Holê dest bi qeydkirina navên xwe kir
Koçberên kampa Holê dest bi qeydkirina navên xwe kir
Koçberên kampa Holê dest bi qeydkirina navên xwe kir
26 gulan, 2019   07:43
HESEKÊ - EHMED MIHEMED

23`yê vê mehê şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî komxebata êlan ku li navçeya Eyn Îsayê hat lidarxistin, serdana kampa Holê kir. Di civînê de biryar hat dayîn ku koçberên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di kampan de ne, wan li herêmên wan vegerînin. Şande ji hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid, Ebid Hamid Mehbaş, cîgirên serokatiyê Elizabeth Gewriye, Emîna Osê, yek ji berpirsên kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed pêk dihat.

Di serdanê de hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bêrîvan Xalid got kesên ku wê vegerînin jin û zarokên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne, ku ji ber rewşa şer li herêmê û kiryarên çeteyên DAIŞ`ê koçber bûne.

Li ser xwesteka ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rêveberiya kampa Holê ya dikeve aliyê rojhilatê bajarê Hesekê, duh rêveberiya kampê ragihand ku koçberên dixwazin li bajar û gundên xwe yên li Reqa û Tebqayê vegerin, bila dest bi qeydkirina navên xwe bikin.

Niha di kampa Holê de nêzî 31 hezar û 436 koçberên ji Sûriyê û malbatên çeteyan jî hene. Hejmara malbatên di kampê de 9 hezar û 220 e.

Rêveberiya kampê ji ajansa me re diyar kir ku di destpêkê de wê dest bi qeydkirina navên koçberên ji Reqa û Tebqayê bikin, di demên pêş de jî dê navên kesên ku dixwazin li malên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê vegerin, qeyd bikin ku sivîl in û ne ji malbatên çeteyên DAIŞ`ê ne.

Di vê çarçoveyê de hevseroka kampên li kantona Hesekê Macîda Emîn got duh di saetên sibê de qeydkirina navan dest pê kir, gelek kes navên xwe qeyd dikin û di dawiya vê heftiyê de dê wan li malên wan vegerînin.

Macîda destnîşan kir ku ew texmîn dikin ku piştî qeydkirina navan zêdetirî hezar kes li malên xwe vegerin.

(bx)

ANHA