Şaredariya Gel baxçeyan Reqayê ji nû ve çêdike

Şaredariya Gel a Reqayê dest bi sererastkirina baxçeyên bajêr kir. Piştî ku bajar ji hêla çeteyan ve hatibû dagirkirin, piraniya dar û berên li baxçeyan hatibûn talankirin. 

Şaredariya Gel baxçeyan Reqayê ji nû ve çêdike
Şaredariya Gel baxçeyan Reqayê ji nû ve çêdike
Şaredariya Gel baxçeyan Reqayê ji nû ve çêdike
Şaredariya Gel baxçeyan Reqayê ji nû ve çêdike
Şaredariya Gel baxçeyan Reqayê ji nû ve çêdike
Şaredariya Gel baxçeyan Reqayê ji nû ve çêdike
Şaredariya Gel baxçeyan Reqayê ji nû ve çêdike
26 gulan, 2019   07:10
REQA-HEMÎD EL-ELÎ

Ji ber kiryarên çeteyan êdî şêniyên bajarê Reqayê ne wêneyên rengîn û rûberên keskahiyê dîtin, ji ber ku baxçeyên giştî ji aliyê şêniyan ve rastî rakirina daran hatin, da ku pê êgir dadin û xwe ji sermaya dijwar biparêzin, jixwe ev yek jî bi erêkirina çeteyan bû.

Beşa Saziya Ekolojî, Baxçe û Darçandinê ya girêdayî Şaredariya Gel a Reqayê dest bi amadekariyên baxçeyên giştî kir da ku bêparbûna ji keskahiya ku bajêr di nava serdeman de azara wê kişandiye derbas bikin, her wiha pêwîstiyên baxçe û rêyan ji darên xemilandinê, gulên rengîn û rakirina bermahiyan bi cih bînin.

Tê zanîn ku li bajarê Reqayê zêdetirî 16 baxçe hene, ji wan; Îstîqlal, El-Beydaa, El-Mirweriyê, El-Beaca, Cewad Inzûr, El-Reşîd, El-Bistan, El-Celaa, 7 Nîsan, bi dehan ji baxçeyên biçûk hene.

Di vê çarçoveyê de endezyarê çandiniyê yê di Beşa Ekolojî û Baxçeyan de dixebite Mîzer Ehmed got: "Me gihayên ziyandar rakirin, dar kezaxtin, gihayên hişk rakirin, satil bo daran amade kirin, dîwar li derdorê baxçeyan hatin avakirin, daniştek danîn û torên kehrebe û kanalîzasyonê amade kirin."

Mîzer Ehmed di dawiya axaftina xwe de got: "Me xebata gelek baxçeyan bi dawî kir, ji van baxçeyan; El-Reşîd, El-Bistan, El-Becaa û Panorama, li milekî din jî gelek rêxistinan ji wan ên rêxistina geşepêdan û pîşesaziyê gelek pêwîstiyên baxçeyan bi cih anîn.”

(eh)

ANHA