Li Cezayîrê tu kesî serî li bernamzetiya serokatiyê neda

Cezayîrê deriyê hilbijartinên serokatiyê ku dihat payîn 4`ê Tîrmehê bihatana lidarixsitin, girt, ji ber ku heta niha tu bernamzetan belgeyên pêwîst ji bo bernamezetiya serokatiyê pêşkêş nekirine.

Li Cezayîrê tu kesî serî li bernamzetiya serokatiyê neda
26 gulan, 2019   07:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro têkildarî mijarê Meclisa Destûrî ya Cezayîrê daxuyaniyekê dide û dê pavajoya hilbijartinan a nû eşkere bike.

Li gorî destûrê, dê serokê demkî Ebdulqadir Bîn Salih 90 rojî erka serokatiyê bike û di vê demê de jî dê hilbijartinên serokatiyê werin kirin.

Wezareta Hundirîn a Cezayîrê ragihand ku heta roja pêncşema derbasbûyî, 77 bernamzetên ji bo hilbijartinên serokatiyê, ji wan nûnerên 3 partiyan, xwe ji bernamzetên serokatiyê vekişandiye.

(kc)