Hûsiyan qebûl kirin ku ji 3 benderan vekişin

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku Hûsiyan  qebûl kirin ku ji beşên benderên Hûdeydayê, Silêf û Ras Îsayê vekişin.

Hûsiyan qebûl kirin ku ji 3 benderan vekişin
10 gulan, 2019   20:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Reutrsê, Komîteya Şopandinê ya NY‘yê ragihand ku koma Hûsiyan a Yemenê qebûl kir ku ji aliyekî ve li 3 bendên sereke vekşin. Vekişandin dê navbera 11 heta 14‘ê Gulanê de pêk were da ku rê li ber Neteweyên Yekbûyî were vekirina ku mîsyona xwe ya rêvebirina benderan li gorî peymana aştiyê ya pêk bîne.

Komîteya Koordîneya Jinûve Belavkirinê di daxuyaniyekê de got, "Girîng e ku li pey vê gavê tedbîrên zilal ji hêla herdu aliyan ve pêk were."