ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11.05.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11.05.2019
11 gulan, 2019   04:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Şêniyên herêma Dêrikê bi armanca şermezarkirina lêkirina dîwarê parçekirinê li derdora Efrînê meşekê li dar dixe, meş ji qada Azad destpê dike, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Cenazeyê şehîd Îmad Elî bi merasîmekê li goristana Şehîdên Serêkaniyê wê were veşartin, saet 13:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Mamosteyên zimanê Kurdî yên Serêkaniyê bi wesîleya rasthatina Cejna Zimanê Kurdî û ji bo bîranîna şehîd Ferzende Kamanger semînerekê li Hola Şehîdan a bajarê Serêkaniyê organize dike, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya konvedanê ya li taxa Şêxmeqsûdê ya ji bo piştgiriya çalakgerên grevên birçîbûnê di roja 7‘an de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê serdanê kon dike, tê payîn ku dê daxuyaniyek were dayîn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyên êlên Efrînê raber kir komxebata ku MSD’ê ji êlên Sûriyê re organîze kiriye, ji bo parastina yekitiya gelên Sûriyê bû. Rûspiyan îşaret pê kir ku pêwîstiya rizgarkirina Efrînê û derxistina dagirkeriyê ji rojevên sereke bûn. Li rexê jî tekez kirin ku encamên komxebatê berhemdar bûn. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pêkhateyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê çalakgerên grevên birçîbûnê ku bi pêşengtiya Leyla Guven dest pê kiriye silav kirin û diyar kirin ku ew ê çalakiyên xwe nesekinînin heta tecrîda li ser Ocalaln bi dawî bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Fethullah Hiso got lidarxistina komxebata eşîran bersiveke xurt ji hêzên dijberên yekbûna xaka Sûriyê re bû ku fitneyan di nava pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de diçînin, her wiha gaveke mezin û nameyek ji hemû hêzên dijberên berjewendiyên gel re ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

-Edamên navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido hunermend Gurbet Aydin di salvegera şehadeta wê ya 26‘an de bi bîr tînin, saet 11:00. Tevgera Çand û Hunerê ya herêma Efrînê bi heman armancê merasîmeke bîranînê li kampa Berxwedan a kantona Şehbayê li dar dixe, saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komxebata Rojava ya hunera şêwekariyê ku 24 şêwekar tevlî bûne dê were şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Piştî vekirina Pira Kevn a di navbera bajarê Reqayê û gundewarên wê yên başur de,  tevgera karkgeh û avahiyên xebatê zêde bûne, di demeke ku Li komîteya aborî jî karê wan hêsan dike û alîkar dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya Gel a Hemratê ji destpêka salê ve gelek xebatên xizmetguzariyê tevî derfetên kêm kirine. Her wiha planên pêşerojê da ku xizmeta şêniyan bike, amade dike . (BI WÊNE Û DÎMEN).      

ANHA