Îsraîl êrîşî çalakgeran kir: 1mir û 30 birîndar bûn

Di çarçoveya çalakiyên meşên "Vegerê û Şikandina Dorpêçê" de welatiyek Filistînê jiyana xwe ji dest da û 30 jî birîndar bûn.

Îsraîl êrîşî çalakgeran kir: 1mir û 30 birîndar bûn
10 gulan, 2019   19:38
XEZA

Li gorî agahiyên ku Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê dane me, "Artêşa Îsraîlê welatiyekî Filistînê piştî ew bi giranî birîndar kir teqil kir û 30 jî çalakgerên din bi guleyên raste rast birîndar kirin."

Nûçegihanê me diyar kir li girseyeke mezin beşdarî çalakiyên li ser sînor bûn û got, artêşa Îsraîlê gule li çalakgeran reşandin.

Konên çekdar ên Filistînê beriya çend rojan hişyariya gulebarana çalakgeran li artêşa Îsraîlê kiribû.

Li aliyekî din hate ragihandin ku du moşek ji Xezayê ve li herêmên Îsraîlê yên nêzî sînor ketin, bêyî ku zirarên mirovî çêbibin.

Ji 30‘yê Adara 2018‘an ve welatiyên Filistînê her roja Înê li ser sînorê Xezayê çalakiyên "Meşa Mezin a Vegerê" li dar dixin û bang rakirina dorpêça li ser Xezayê û vegera penaberên ku ji sala 1948‘an de hatin derxistin, dikin.

ANHA