Ciwanên Kobanê ji bo piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê meşiyan

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên bajarê Kobanê  ji bo piştgiriya berxwedana çalakgerên  ku ketine greva birçîbûnê û ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşek li dar xistin.

Ciwanên Kobanê ji bo piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê meşiyan
Ciwanên Kobanê ji bo piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê meşiyan
Ciwanên Kobanê ji bo piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê meşiyan
Ciwanên Kobanê ji bo piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê meşiyan
8 gulan, 2019   20:08
KOBANÊ

Di 8`ê Mijdara 2018`an parlamentera HDP`ê û Hevseroka KCD`ê Leyla Guven bi armanca ku tecrîda li ser Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan rabe ket greva birçîbûnê. Piştî Leyla bi hezaran kes dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Hinek çalakger şehîd ketin û jiyana bi hezaran çalakger jî di xeteriyê de ye. Lê cîhan li hemberî vê yekê bêdenge.

Ji bo vê yekê jî bi sedan ciwanên bajarê Kobanê bi dirûşma ‘Em ê dagirkeriyê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û Rêber Apo azad bikin’ ji bo piştgiriya bi çalakgerên greva birçîbûnê û rakirina tecrîda li ser Ocalan meşiyan. Meş ji ber parka Kongreya Star a bajarê Kobanê destpê kir û li ber sinorê di navbera Bakurê Kurdistanê û Kobanê de rawestiya.

Di meşê de wêneyên Rêber Apo û alên Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin hildan.

Dayika bi navê Remziya Mehmûd ya ku beşdarî meşa ciwanan bibû got: “Em berxwedaniya Leyla Guven û hemû çalakgerên ku ketine greva birçîbûnê silav dikin. Em weke dayik çi ji me were xwestin em ê piştgiriya zarokên xwe ên di greva birçîbûnê de bikin. Em wan di binê zîndanan de birçî nahêlin. Ka  mafê mirovan çima heta niha li hember vê berxwedaniyê bê deng mane û sînorekî ji dagirkeriya Tirk re nadanin.”

 Meş bi pêxistina agir li ber sînorê Tirkiyê bi dawî bû.

(sn-hk)

ANHA