Şahidek zilma çeteyên dewleta Tirk vedibêje

Roj bi roj rastiya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê eşkere dibe. Şahidên ku karîn ji Efrînê birevin wê rastiyê pişt rast dikin. Di nav de şêniyê bi navê R.S. ê ku zêdetirî carekê hatiye girtin û neçar maye pere bide da wî berdin.

Şahidek zilma çeteyên dewleta Tirk vedibêje
9 gulan, 2019   04:45
ŞEHBA-XANDÎ ELO

Şêniyê bi navê R.S. ji şêniyên navçeya Şiyê ya kantona Efrînê ye. R.S ji aliyê çeteyên Firqet El-Emşat ve rastî hovîntirîn cureyên îşkenceyê tê û eger ji navçeyê neraviya wê bihata kuştin.

Li bermaberî serbestberdanê hezar dolar daye

Di destpêka vegotina serpêhatiya xwe de R.S. behsa rojên destpêkê yên dagirkirina Efrînê kir û got: "Piştî dijwarbûna êrîşan li ser navçeyê ez çûm bajarê Efrînê. Piştî dagirkirina Efrînê ez vegeriyam gundê Mîrkan (Husê) ê navçeya Mabatayê. Li wir çeteyên Firqet El-Emşat ez  girtim û ez birim girtîgeha gundê Qermîtliq ê navçeya Şiyê. Heya 4 rojan ez îşkence kirin. Neynûkên min hilkirin. Bi xertûm û cûyê li min dan. Ez bi lingên xwe ve ji 24 heya 48 saetan bi banê odeya îşkenceyê ve daliqandim."

R.S. diyar kir ku ji bo xilasiya jiyana xwe ew neçar maye ku hezar dolarî bide da ku bihêlin vegere navçeyê.

Hemû şênî ji bo vegerin malên xwe pere didin

R.S. destnîşan kir ku tevahiya malbatên efrînî ji bo vegerin malên xwe pere didin û wiha pê de çû: “Malbatên ku vegerîn malên xwe, çeteyan bi zorê 25 hezar lîreyên Sûriyê ji wan standin. Hindek malbat li gel wan pere tune bû, ji ber wê di nava zeviyên xwe de kon vedan û tê de bi cih bûn.”

 Zêdetirî hezar malbatên çeteyan li navçeya Şiyê bi cih bûne

R.S. teqez kir ku malbatên çeteyan malên şêniyên Efrînê yên resen desteser dikin û wiha berdewam kir: "Li navçeya Şiyê zêdetirî hezar malbatên çeteyan di malên şêniyên resen de bi cih bûne. Piraniya wan ji Hema û gundên wê ne. Ew malbat li dijî şêniyên resen nîjadperestiyê pêk tînin. Bi gelek hincetan li gel qaşo bi navê `Emnî` gilî dikin û şênî tên girtin. Li wir jî şênî ji bo ku derkevin neçar dimînin pere bidin."

Piştî serbestberdanê carek din tên girtin

R.S. dibêje çeteyan ew bê sedem girtin û wiha got: “Piştî du mehan, çeteyan carek din bê sedem heya 4 saetan ez girtim. Îdia kirin ku dewleta Tirk dê min bigire û bibe girtîgehên Tirkiyê. Lê eger ez pere bidim wê pirsgirkên min çareser bibin. Ji ber wê min 500 dolar da û ez ji hebsa çeteyan derketim."

Çeteyan mewsima zeytûnê desteser kir

R.S. destnîşan kir ku tevî girtinê, çeteyên dagirkeriya Tirk mewsima zeytûnê jî desteser kir. R.S. vegotina zilma çeteyên Tirk wiha berdewam kir: “Çeteyên El-Emşat dest danîn ser mewsima zeytûnê. Bi rêjeya ji sedî 25 ji hilberîna şêniyên navçeya Şiyê talan kirin. Her wiha “meclisa navçeyê” jî bi rêjeya ji sedî 10 ji mewsimê ji xwe re bir. Pereyên din jî me li ser lêçûna karkeran û mesrefên din xerc kir. Di dawiyê de jî bac bi miqdara 50 hezar lîreyên Sûriyê li şêniyan hate ferzkirin."

Çete hertiştî talan dikin

R.S got: “Çeteyên dagirkeriya Tirk li Efrînê  tevahiya jêderên jiyanê talan dikin. “Meclisa navçeyê” bi îdiaya ku dê riyan sererast bikin pere ji şêniyan kom kirin, lê çeteyên El-Emşat tevahiya endamên “meclisê” girtin û îşkence kirin. Pereyên ku kom kirine ji wan standin. Şêniyê bi navê Ehmed Şêxo û Ebû Neşet di bin îşkenceyê de mirin. Çaranûsa şêniyê bi navê Umer Hebeş hîna jî ne diyar e.”

Cejna Newroz hate qedexekirin

R.S. di dawiya axaftina xwe de got: “Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi zanabûn tevahiya xuyaneg û cejnên Kurdî li Efrînê û navçeyên wê bi taybet Newroz qedexe kirine. Li navçeya Şiyê axaftina bi Kurdî û fêrkirina wê di dibistanan de hatiye qedexekirin. Beriya roja Newrozê tevahiya şênî tehdîd kirin ku eger agir were vêxistin dê werin girtin. Li ser wê belavok belav kirin. "

R.S. nexwest navê xwe yan jî wêneyên xwe bide me. Ji ber ku hîna malbata wî li Efrînê ye û ew jî li ser jiyana wan xeter e.

(şx)

ANHA