Meclisa Ewlehiyê ji bo Idlibê dê celseyek awarte lidar bixe

Li ser daxwaza Belcîka, Almanya û Kwêtê Meclisa Ewlehiyê ya navdewletî dê roja Înê bicive da ku ewşa Ildibê nîqaş bike.

Meclisa Ewlehiyê ji bo Idlibê dê celseyek awarte lidar bixe
8 gulan, 2019   17:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan diyar kirin ku li gorî ajansa France Press celseya awarte li ser daxwaza Belcîka, Almanya û Kwêtê dê lidar keve. Tê payîn ku mijara bilindbûna asta şer li herêma Idlibê li bakurê rojavayê Sûriyê û rewşên mirovî werin nîqaşkirin.

Li ser lihevkirinên Astanayê di navbera Tirkiyê, Rûsya û Îranê de herêma “bêçek” li Ildilbê, gundewarê bakurê Hemayê, gundewarê rojavayê Helebê û beşek ji gundewarê bakurê Laziqiye hate avakirin. Ev herêm ji çend hefteyan ve rastî topbaran û şerên dijwar di navbera hêzên rejîma Sûriyê bi desteka balafirên Rûsyayê, çeteyên Tehrîr El-Şam û komên çeteyên girêdayî Tirkiyê de rû didin.

(şx)

ANHA