Li Reqayê kargeha betonê hat vekirin

Komîteya Aborî ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê îro kargeha Şems Firatê ya madeya betonê vekir.

Li Reqayê kargeha betonê hat vekirin
Li Reqayê kargeha betonê hat vekirin
Li Reqayê kargeha betonê hat vekirin
Li Reqayê kargeha betonê hat vekirin
2 gulan, 2019   16:29
REQA

Ji bo jinûve avakirina bajarê Reqayê, Komîteya Aborî kargeha Sems Firatê vekir. Endamên Meclisa Sivîl a Reqayê, komîteyên çandinî, pîşeyî û bazirganiyê beşdarî merasima vekirinê bûn.

Piştî 7 mehan ji xebatên sererastkirinê, kargeha betonê ya Şems Firatê li herêma Şinînê ya 15 km dikeve bakurê bajarê Reqayê hat vekirin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre hevserokê Komîteya Aborî  Rêşad Kerdo axivî û got: "Ji destpêka rizgarkirina bajarê Reqayê ve, wek Komîteya Aborî ji bo jinûveavakirina bajêr me gelek plan û bername danîn. Kargeh yek ji wan bû. Kargeh ji hêla çeteyan ve hatibû talankirin û wêrankirin. Me kargeha betonê tevî kargehên depoyên genim, pembo, garis hat sererast kirin."

Paşê gerînendeyê kargeha betonê Mihemed Ebdo axivî û destnîşan kir ku bi saya kedên karkeran kargeh ji nû ve hate vekirin da ku madeya pêwîst ji gelek projeyên xizmetguzarî û çandiniyê re bê pêşkêşkirin.

Niha kargeh bi hêza di navbera 125 heya 130 m3 rojane dixebite. Lê hêza hilberînê rojane dighêje 400 m3.

Kargeh ji kêliya ku hatiye vekirin ve yanî beriya mehek û nîv, madeya betonê ji gelek projeyên xizmetguzariyê re peyda kiriye bi taybet projeyên avdanê. Ji bo sererastkirina kanalên avdanê. Kargehê zêdetirî 2 hezar m3 ji betonê pêşkêşî projeyên avdanê kiriye, yanî bi dirêjahiya zêdetirî 20 km. Her wiha rêjeya sererastkirina kanalên avdanê heya vê kêliyê gihaş ji sedî 70.

Kargeha betonê derfetên kar ji 30 karkeran re peyda kir.

(şx)

ANHA