‘Topên Tirkan me natirsînin’

Welatiyên Efrînê diyar kiri ku topên dagirkeriyê Tirkiyê û çeteyên wê gelê Efrînê natirsîne û wê berxwedana xwe ya li dijî dagirkeran dewam bikin.

‘Topên Tirkan me natirsînin’
‘Topên Tirkan me natirsînin’
2 gulan, 2019   15:53
ŞEHBA

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê car caran gundên kantona Şehbayê yên ku şêniyên Efrînê lê dimînin topbaran dikin. Ji ber topbaranê ziyanên madî û car caran mirovî çêdibin. Şêniyên Efrînê yên ku ji ber hovîtiya Tirkiyê û çeteyên wê neçar mane ji warê xwe derkevin û li Şehbayê bi cih bûne diyar dikin ku topên dagirkeran wan natirsînin. Şêniyan got ew ê li dijî dagirkeran li ber xwe bidin.

Dagirkeriya Tirkiyê duh, devera di navbera gundên Hilêsa, Til Şeyîr û derdora dibistana muşat li navçeya Fafînê, gundê Semûqa û derdora bendava Şehbayê topbaran kirin. Di encamê de ziyanên madî gihiştin mal û milkên sivîlan.

Nûçegihanên me xwe gihandin ku cihê topbaranê û li gel welatiyekî bi navê Elî Hesen ji gundê Til Şeyirê hevdîtin pêk anîn. Elî Hesen ê ji Efrînê got: "Artêşa Tirk a dagirker bê serûber êrîşî gundên bajarê me kir. Em ji warê me derxistin. Duh jî top avêtin gundên Til Şeyir."

Elî Hesen diyar kir ku topên Tirkiyê wan natirsînin û got: "Em naçin ti deverî heta vegerin warê xwe Efrînê."

Dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê îro jî gundên Til Cîcan ê Şehbayê topbaran kirin.

ANHA