ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01.05.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 01.05.2019
1 gulan, 2019   04:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

-Çalakiyên bi wesîleya 1‘ê Gulanê Cejna Kedkran yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin lidarxisitn, dê werin şopandin, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li Tebqayê bi boneya salvegera duyemîn a rizgarkirinê, şahiyek tê lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka Komîteya Kedkaran a Herêma Cizîrê Zeyneb Hesen diyar kir ku li Cizîrê ji 20 hezar kedkaran 10 hezar jin kar dikin. Kedkarê karê mekanîk Ebdirahman Mehmûd jî anî ziman ku bi şoreşa Rojava re roja xwe naskirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yigit diyar kir ku eger Tirkiye S-400’an bigre yan negire jî dê zirarê bibîne û got: “Tirkiye niha di nabosekî (rêya ku dawiya wê girtî) de ye.” (BI WÊNE).

- Ev demek e ku rejîma Sûriye di krîzeke giran a aborî re derbas dibe. Ev bi tevahî bandorê li heremên di bin serweriya rejîma Sûriye de dike. Krîz, di encama kêmbûna madeyên petrolê ji gaz, benzîn û mazotê tê. Di kolanên Sûriye de pirsa ku dê kengî rewş were çareserkirin û ew ê çawa vê krîzê derbas bikin, tê pirsîn. (BI WÊNE).

-Şêniyên navçeya Zerganê nerazîbûn nîşanî bêdengiya navdewletî ya li hemberî binpêkirinên Tirkiyê li ser xaka sûriyê, bi taybet li Efrînê dan û gotin, civaka navdewletî bi bêdengiya xwe hevkarê qutkirina Efrîn ji Sûriyeyê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi sponseriya MSD‘ê di 3‘ê Gulanê de komxebata diyalogên eşîreyên Sûriyê li navçeya Eyn Îsayê tê lidarxistin. Komxebat bi armanca gotûbêkirina rola eşîreyan di şerê li dijî terorê û avakirina rêveberiyê xweser de dê were lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pêkhateyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê gotin: "Dîwarê ku Tirkiyê li derdora Efrînê lêdike wê Efrîn ji Sûriyê qut neke û berxwedana me ya rizgarkirina Efrîn ji dagirkeran lewaz nake." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Xwediyên dikanên taxa Eşrefiye ya bajarê Helebê piştî gelek salan ji şer carek din dikanên xwe vedikin. Li taxê derdora 400 dikan û kargeh hatine vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbata şêniyê bi navê Mihemed Yûnis Çawîş tevî ku 9 ferdên wê astengdar in, rewşên aborî gelek dijwar dijîn û tenê li ser alîkariyên xêrxwazan debara xwe peyda dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rayedarên Saziya Çandinî û Sewlakariyê ya Dêrikê diyar kirin ku nexweşiya zingar bandor li hilberîna genim nekiriye. Ji aliyekî din ve sazî piştgiriya cotkaran di tunekirina nexweşiya zingar de û kurmika El-Sûne didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA