MSD‘ê amadekariyên komxebata diyalogên eşîreyan dike

Bi sponseriya MSD‘ê di 3‘ê Gulanê de komxebata diyalogên eşîreyên Sûriyê li navçeya Eyn Îsayê tê lidarxistin. Komxebat bi armanca gotûbêjkirina rola eşîreyan di şerê li dijî terorê û avakirina rêveberiya xweser dê were lidarxistin.

MSD‘ê amadekariyên komxebata diyalogên eşîreyan dike
1 gulan, 2019   05:48
EYN ÎSA

 

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ev demeke amadekariyên lidarxistina komxebata diyalogên eşîreyên Sûriyê dike. Komxebat dê li navçeya Eyn Îsayê bi amadebûna eşîreyên hemû pêkhateyên civaka Sûriyê were lidarxistin.

Li ser mijarê Hevseroka MSD‘ê Emîna Umer ji ajasna me ANHA‘yê re axivî û diyar kir ku di komxebatê de wê rola eşîrên Sûriyê di şerê li dijî DAIŞ û destekdayîna wan a bi QSD‘ê re, her wiha rola wan a di avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin nîqaşkirin.

Emîna Umer her wiha destnîşan kir ku armanc ji vê komxebatê ew ku "Destekdayîn bi eşîreyan re were dewamkirin, nemaze piştî rola wa di tinekirina DAIŞ‘ê û şerê li dijî şaneyên veşartî hate diyarkirin. Di heman demê de berxwedana wan a li dijî gefên Tirkiyê li ser herêmên Sûriyê ku dixwazin projeya neteweya demokratîk têk bibin."

Hevseroka MSD‘ê her wiha got: "Em civakeke bi eşîre û pêkhateyên xwe ve girêdayî ne, demên beriyê niha me di yek çemberî de teror têk bir û heta niha jî li hemberî wan disekinin, bi taybet li hemberî komployên ku ewlahiya herêmên me dikin hedef."

Emîna Umer bal kişand ser helwesta eşîreyan a li hemberî dagirkeriya Tirkiyê û destnîşan kir ku eşîreyên civaka Sûriyê , ji dagirkirina Efrînê, kiriyarên ne mirovî li dijî sivîlan û guhertina demograf, her wiha lêkirina dîwarê qutkirina Efrîn ji Sûriyê ne razî ne.

(bb)

ANHA