DYA: Şerê li dijî DAIŞ‘ê derbasî qonaxeke nû bû

Koordînatorê Têkoşîna Li Dijî Terorê di Wezareta Derve ya Amerîkayê de Nathan Siles anî ziman ku şerê li dijî DAIŞ‘ê bi dawî nebûye, lê derbasî qonaxeke nû bûye.

DYA: Şerê li dijî DAIŞ‘ê derbasî qonaxeke nû bû
30 nîsan, 2019   20:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînatorê Têkoşîna Li Dijî Terorê di Wezareta Derve ya Amerîkayê Nathan Siles di panelekê de ku li peymangeha Brookings ya paytaxa Amerîka Washingtonê pêk hatibû, got: "Xeteriya DAIŞ‘ê hîna bi dawî nebûye, hêza wê heya ku êrîşî me û hevalbendên me bike."

Nathan Siles her wiha diyar kir ku "Rêxistinên DAIŞ û Boko Hiram ji kuştina 35 hezar kesî ji sala 2012‘an ve berpirsyar in. Li gorî raporan yek ji êrîşkarên êrîşan li Srî Laknayê li Sûriyeyê perwerde bûye."

Rayedarên DYA‘yê diyar dikin ku Koalîsyona Navdewletî ku DYA‘yê serkêşiya wê dike, ji bo rawestandina çavkaniyên destekdayîna bi DAIŞ‘ê re gelek tedbîr girtin.