Li herêmên di bin serweriya rejîma Sûriyê de çi çêdibe?

Ev demek e ku rejîma Sûriye di krîzeke giran a aborî re derbas dibe. Ev bi tevahî bandorê li heremên di bin serweriya rejîma Sûriye de dike. Krîz, di encama kêmbûna madeyên petrolê ji gaz, benzîn û mazotê tê. Di kolanên Sûriye de pirsa ku dê kengî rewş were çareserkirin û ew ê çawa vê krîzê derbas bikin, tê pirsîn.

Li herêmên di bin serweriya rejîma Sûriyê de çi çêdibe?
1 gulan, 2019   05:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên ji Şamê ragihand ku herêmên di bin serweriya rejîma Sûriye de rewşa jiyanî ketiye asteke kirêt. Çavkanî amaje bi wê yekê kir ku madeyên ji petrolê mîna gaz, benzîn û mazot nayên peydakirin û eger hebin jî bi nirxê wan gelekî bilind in. Di warê madeyên xwarinê de gelek made di bazarên Sûriye de nayên peydakirin û nirxên madeyan derketiya asta herî jor. Ev jî dibe sedema gilî û gazinên hemwelatiyên wan herêman ku ber bi meha rojiyê ve jî diçin.

Krîza aborî girêdayî krîza siyasî ye

Li gorî çavdêriya aborînasan jî 3 sedemên sereke yên vê yekê hene:

Sedema yekemîn, bandora cezayên aborî yên DYA’yê ye, bi taybet di warê petrolê de ku li ser Îranê ferz kiriye ku, Îran ji rejîmê re çavkaniya yekemîn û sereke ya destekdayînê bû.

Sedema duyemîn ew e ku tevahiya şer û herêmên bêewlehî li herêmên Sûriye yên stratejîk in wekî herêmên dibin dagirkeriya dewleta Tirk deye. Di demekê de ku ev herêm rastî nakokiyên hêzên Rûsya û Îranê tê ji derveyî komên terorîst ên bi ser dewleta Tirk ve.

Sedema sêyemîn jî ew e ku di krîza ku Sûriye di warê siyasî de tê re derbas dibe, ku heta niha zehmetiyan dikişîne ku çareseriyek ji rewşa heyî re peyda bike û vê yekê jî pişta xwe da avakirina destûreke Sûriyê ku di civînên Astanayê de têk diçe.

Îran aktora çalak a krîzê ye

Rejîma Sûriyê wekî radigihîne û di polîtîkaya wê de diyar e, pişta xwe dide desteka Îranê, çi di warê leşkerî de be û çi di warê aborî de be. Lewra li gorî agahiyên ku çavkaniyên taybet ji me re ragihandine, ji ber nakokiyên hundirîn ên di nava dewleta Sûriyê de, beriya çend mehan ji peymana herî dawîn a ku di navbera Îran û rejîma Sûriyê de mabû, hate betalkirin.

Gerînendeyê Şîrketa Sadkop li Sûriye Mustefa Hiswya belavkirina madeyên petrolê li ser tevhiya Sûriye ragihand ku Îran bi qasî 2 milyon, heta carinan 3 milyon bermîl petrol mehane destek dikir, lê ev destekdayîn ji Cotmeha 2018`an de hate rawestandin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku rejîma Sûriye ji sedî 90 pêdiviyên xwe yên petrolê ji Îran werdigire, ji derveyî wê ji sedî 10 jî di rêya depoyên xerckirina rojane de.

Rejîm krîza xwe derbasî derve dike

Di rewşa bêçareseriya rejîma Sûriyê ya beramberî nerazîbûna civakî û zexta ku li ser rejîmê dike, rejîma Sûriye vê carê xwest lîstoka çapemeniyê bilîze ku li ser krîza heyî bêdengî da avabike. Li şûna wê weşanên zindî yên karwanên gel dan, dema ku li benda rêza xwe ya gazê ne. Tê de ambargoyê derdixin pêş û bi ser DYA û welatên Ewropayê ve bibe da ku xwe ji berpirsyariyê bide paş.

Ji aliyekî din ve jî ev yek bi rêya raporên taybet kir ku neqebûlkirina civakê ji krîzê re eşkere kir û xwest vê krîzê jiyanî û normal bike û rejîmê wek xelaskera terorê nîşan bide. Di van weşanan de xwest herêmên cîranên welatê xwe jî di eynî astê de nîşan bide wekî ku rapor li ser rewşa krîza Tirkiyê weşand.

Li gorî agahiyên ji nava herêma Dêrazorê hatine, rejîma Sûriyê nahêle petrol ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbasî herêmên wê bibe.

Rejîm qaçaxiya petrolê dike

Di rewşa rejîmê de hewldanên veşartî yên peymanên bazirganî pêk hene û ew jî di rêya diziya petrolê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ye yan jî ji herêmên çeteyên Tirkiyê ye. Li gorî agahiyan hate eşkerekirin ku tevgera qaçaxiya petrolê ji dergehên El-Aîs û Mensûra li gundewarên bakur û rojavayê Helebê çalak bûye, ji derveyî wê jî ev tevger li xetên di navbera çeteyên dewleta Tirk û rejîma Sûriyê de jî pêk tê ku ev bû sedema bilindbûna buhayê gazê ku krîza li wê deverê jî ji sedî 10 bilind bûye.

Di heman demê de rejîmê hewl da ku qaçaxiya petrolê ji xaka Lubnanê bike, lê ew jî bi cezayên DYA’yê ve girêdayî ye.

Ji derveyî vê, alternatîfa Rûsya dimîne ku ev di serdana cîgirê serokê wezîrê Rûsyayê ji rejîmê re di dema dawîn de ku pêk hat, tê de li ser berfirehkirina îtifaqa îstismara binkeya leşkerî ya Rûsyayê li Tartûsê li hev kirin ku di nav xwe de bendera Tartûsê ku beramberî wê dê sewqiyata Rûsyayê ya petrolê çêbe, piştî ji Okaniya re rawestiya.

Rewşa gel li cih rejîma Sûriyê gelek xerab e

Hêjayî bibîrxistinê ye ku civaka Sûriyê di rewşeke xerab de dijî, ji ber ku lawaziya xizmeta li herêmê ku nikarin pêdiviyên xwe yên jiyanî peyda bikin. Li gorî hejmara Banka Cîhanê ji sedî 87 ji xelkê Sûriyê di jêr xeta xizaniyê de dijî, di heman demê de çîna navîn a li Sûriyê ku ji sedî 60 bû, niha bûye ji sedî 10 ku ev dibin sedemên bêaramî û xwepêşandanên gelêrî di demekê de ku niha pêla koçberiyê di asta herî jor de li wan herêman çêdibe.

(ekîb)

ANHA