Konferansa Yekitiya Rewşenbîrên Tebqayê dest pê kir

Konferensa Damezirîner a Yekitiya Rewşenbîrên Tebqayê û Gundewarên Wê dest pê kir. Konferans bi dirûşma "Çand û hevgirtina pênûsên azad, gelan dike yek" li Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê li dar dikeve.

22 nîsan, 2019   10:26
TEBQA

Di konferansê de hevserokên Meclisa Rêveber a Tebqayê Şiyar Mihemed û Hind El-Elî, hevserokên Meclisa Zagonsaz Hamid El-Ferec û Rewşen Hemîn û bi dehan endamên saziyên sivîl û leşkerî û rewşenbîrên herêmê amade bûn.

Li Navenda Çand û Hunerê wêneyên wêjevan, ramanger, rewşenbîr, helbestvanên ji herêmên Tebqa û Reqayê û wêneyên şehîdan hatin daliqandin.

Di destpêka konferansê de bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê hevserokê Meclisa Rêveber Şiyar Mihemed û endama Rêveberiya Jinan Fatime El-Hemed axivîn û rewşa siyasî bi giştî û pêşeroja Sûriyê şîrove kirin û teqez kir ku bêyî beşdarbûna Bakurê Sûriyê di dan û standinan de dê tu nexşe û rewşa destûrê ku rejîma Sûriyê hîna di fikrên xwe yên radîkal de bimîne, diyar nebe.

Bi navê rewşenbîrên Tebqayê endamê Komîteya Amadekar a Yekitiya Rewşenbîrên Tebqayê Mihemed Ebdellah axivî û bixêrhatina beşdaran kir û armanca konferansê şîrove kir.

Tê payîn ku konferans bi nirxandina rewşa rewşenbîrên Teqbayê, taybet di dema dagirkirina herêmê ji aliyê çeteyan ve û piştî wê, dewam bike.

(jo)

ANHA