Sûdan hewl dide ji lîsteya reş a DYA’yê derkeve

Tê payîn ku şandeyek ji Sûdanê serdana DYA`yê bike da ku bi armanca derxistina Sûdanê ji lîsteya DYA’yê ya dewletên piştgiriya terorîstan dikin, nîqaşan bike.

Sûdan hewl dide ji lîsteya reş a DYA’yê derkeve
22 nîsan, 2019   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Meclisa Leşkerî ya Sûdanê general Abdulfettah Burhan, di yekemîn hevpeyvîna li gel televîzyona fermî ya Sûdanê de got wê şandeyek ji Sûdanê dibe vê hefteyê yan hefteya bê biçe DYA’yê.

Tê zanîn ku ji ber piştgiriya hikumeta serok Omer El-Beşîr a ji terorê re, DYA’yê Sûdan xiste nava lîsteya xwe ya taybet a terorê ya sala 1993`yan. El-Beşîr piştî 3 serdemên di desthilatê de, ji aliyê artêşê ve ji desthilatê hate xistin.

Her wiha di sala 2017`an de DYA`yê qedexeya bazirganiyê ya ku ji berî 20 salan der heqê Sûdanê de ferz kiribû, rakir lê Sûdan di lîsteya dewletên ku piştgiriya terorê dikin de hişt.

Hêjayî gotinê ye ku ji dema îstîfakirina El-Beşîr ve rayedarên DYA’yê pesnê serokê leşkerî yê demkî yê welêt didin, da ku girtiyên siyasî berde. Roja pêncşemê jî rayedarên Wezareta Derve ya DYA’yê ragihand ku dê nûnerekî bişînin Xertûmê, da ku gava demokrasiyê teşwîq bike. 

(eh)