Li Minbicê  motorsiklêtekî bombebarkirî teqiya

Li taxa Hezawinê ya aliyê başûrê bajarê Minbicê motorsiklêtekî bombebarkirî teqiya.

Li Minbicê  motorsiklêtekî bombebarkirî teqiya
22 nîsan, 2019   10:24
MINBIC

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji Minbicê ragihandine ku, beriya niha bi çend kêliyan, motorsiklêtekî bombebarkirî li nêzê depoyê “Kiraş”a kazûzê li taxa Hezawinê teqiya.

Nûçegihanê me diyar kir ku di encama teqînê de, tenê zerarê madî çêbûn û tiştek bi kesekî nehat.

Roja yekşemê Yekîneyên Antî Teror ên girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê çeteyekî ku destê xwe di çandina mayînan li Minbicê de hebû û ew girêdayî şaneyên “Diri Firatê” ye, girtin.

(kc)

ANHA