Navenda Erka Xweparastinê ya Dêrazorê hate vekirin

Navenda Komîteya Erka Xweparastinê ya Dêrazorê bi merasîmekê li gundê Cedîd Egîdat ê rojhilatê bajêr hate vekirin.

Navenda Erka Xweparastinê ya Dêrazorê hate vekirin
Navenda Erka Xweparastinê ya Dêrazorê hate vekirin
Navenda Erka Xweparastinê ya Dêrazorê hate vekirin
Navenda Erka Xweparastinê ya Dêrazorê hate vekirin
Navenda Erka Xweparastinê ya Dêrazorê hate vekirin
Navenda Erka Xweparastinê ya Dêrazorê hate vekirin
Navenda Erka Xweparastinê ya Dêrazorê hate vekirin
16 nîsan, 2019   16:16
DÊRAZOR

Bi dehan şêniyên gundewarên Dêrazorê, fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê, QSD‘ê û rûspiyên herêmê beşdarî merasîmê vekirina navenda Komîteya Erka Xweparastinê bûn, ku li gundê Cedîd Egîdad hate vekirin.

Merasîm bi deqeya rêzgirtin dest pê kir. Piştre Hevserokê Komîteya Parastinê Mihemed Ebû Leyla axivî û got: "Divê her kes giraniya rewşa ku em tê de derbas bû, ji şer û aloziyê nas bike û girîngiya vekirina vê navendê nas bike."

Ji fermandarên QSD‘ê Aryan Qamişlo jî bang li şêniyên Dêrazorê kir ku xwedî li destkeftiyên şehîdan derkevin û li derdora parêzvanên herêmê kom bibin.

Serokê navenda Erka Xweparastinê Qasim El-Elî ji ANHA‘yê re axivî û got: "Em ev navend vekir da ku têkiliyên di navbera hêz û gel de xurt bikin û girîngiya Erka Xweparastinê bi ciwana re bidin naskirin."

ANHA