Fedîla Tok çalakiya jinên Efrînê silav kir

Çalakiya jinên Efrînê ya li Şehbayê ket roja xwe ya 7‘emîn. Têkoşer Fedîla Tok a ji Wargeha Rustem Cûdî ya Mexmûrê bi nameyeke deng çalakî silav kir.

Fedîla Tok çalakiya jinên Efrînê silav kir
Fedîla Tok çalakiya jinên Efrînê silav kir
Fedîla Tok çalakiya jinên Efrînê silav kir
Fedîla Tok çalakiya jinên Efrînê silav kir
Fedîla Tok çalakiya jinên Efrînê silav kir
Fedîla Tok çalakiya jinên Efrînê silav kir
16 nîsan, 2019   15:23
ŞEHBA

Çalakiya jinên Efrînê ya li navçeya Ehrisê ya Şehbayê ya bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakgerên grevên birçîbûnê di roja xwe ya 7‘an de didome.

Bi dehan jinên Efrînê yên li navçeya Ehdasê ku êlekên spî bi wêneyên Oclan, Leyla Guven û Nasir Yagiz  li xwe kiribûn çalakiya roja 7‘an dewr girtin. Şandeyên ji meclis û komînên navçeya Ehdasê, nûnerên Kongreya Star û bi sedan şênî di nav de zilam serdana konê çalakiyê kirin.

Çalakî bi deqeya rêzgirtin destpê kir. Piştre daxuyaniya Kongreya Star a navçeya Ehdasê ji aliyê Hesna Hesn ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate şermezarkirin û hate gotin ku komplo bi tecrîda girankirî berdewam e. Di berdewama daxuyaniyê de destnîşan kirin"Berxwedana ku bi Leyla Guven dest pê kir, belav bû, gelak kesan mîna Hacer Xelîl dane ser şopa wê li her kêliyekê li hemberî mirinê şer dikin, şehadetê li ber çavan dibînin, ji ber ku di wê baweriyê de ne ku bi îradeya xurt tecrîda li dijî rêbertî wê bi dawî bibe."

Piştre, qeyda deng a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku tê de behsa rola jin di civaka xwezayî, bandora hişmendiya zilam li rola jinan û girîngiya rêxistinkirina jinan dike, hate guhdarkirin.

Di berdewama çalakiyê de, Rêvebera Kongreya Star a navçeya Ehdasê Cîhan Îsmaîl û endama Meclisa navçeya Ehdasê Emîna Osman axivîn. Di axaftinan de hate destnîşan kirin ku berxwedana Leyla Guven ket roja xwe ya 160‘î de ye " Berxwedana wê  ya li hemberî hişmendiya dewleta Tirk derbeyeke bû. Tirkiyê texmîn kir ku bi serbestberdana Leylayê ji girtîgehê dê karibe çalakiyê wê bi dawî bibe."

Kesên axivîn gotin, jinên kantona Efrînê heta Ocalan azad nebe û daxwazên çalakgerên grevên birçîbûnê pêk neyên wê nesekinin.

Piştre çalakgeran peyaman deng a endama Koordîsansyona Meclisa Îşatar a Mexmûrê Fedîle Tok ku 87 rojan di greva birçîbûnê de ye, ku ji bo jinên Efrînê yên li Şehbayê şandibû, guhdar kirin.

Fedîla Tol, di peyama xwe de berxwedana jinên Efrînî yên li Şehbayê silav dike û dibêje berxwedaniya li hemberî dijminên mirovahî û hêzên komploger dê bi teqez serbikeve. Beşdaran jî diruşmeyên berxwedana jin û çalakgerên grevên birçîbûnê qîr kirin.

Çalakî dê heta saetên derengî şevê dewam bike û sibe bi komeke nû destpê bike.

ANHA