Êzidiyan bi wesîleya cejna Çarşema Sor serdana goristnan kirin

Malbatên Êzidî îro beriya cejna Çarşema Sor, serdana gorên xizmên xwe kirin û xêra miriyên xwe belav kirin.

Êzidiyan bi wesîleya cejna Çarşema Sor serdana goristnan kirin
Êzidiyan bi wesîleya cejna Çarşema Sor serdana goristnan kirin
Êzidiyan bi wesîleya cejna Çarşema Sor serdana goristnan kirin
Êzidiyan bi wesîleya cejna Çarşema Sor serdana goristnan kirin
Êzidiyan bi wesîleya cejna Çarşema Sor serdana goristnan kirin
Êzidiyan bi wesîleya cejna Çarşema Sor serdana goristnan kirin
Êzidiyan bi wesîleya cejna Çarşema Sor serdana goristnan kirin
16 nîsan, 2019   17:05
QAMIŞLO

Sibe roja çarşemê 17`ê Nîsanê  cejna  Çarşema Sor ango sersala Êzidî ye. Gelê Êzidî vê rojê pîroz dikin û wê wek destpêka afirandin û vejîna erdê dihesbînin. Di wê rojê de hêk bi rengên cuda têne boyaxkirin  wek nîşaneya rengên jiyan û biharê. Li gorî mîtelojiya Êzidî hêk sembola giloverbûna erdê ye.

Roja Sêşemê malbatên Êzidî yên navçeya Tirbespiyê serdana goristana Diyarî Felekê ya gundê Otlece ku bi 14 km li bakur rojhilartê navçeyê ye kirin.

Malbatên Êzidî fêkî, hêk û şêranî li ser rihê miriyên xwe belav kirin û ji Xweda û Tawîsê Melek re lava kirin da ku aştî û xêr li ser erdê belav bibe.

Jinên Êzidî bi rêya ajansa me kêfxweşiya xwe bi vê cejnê anîn ziman. Qedîfe Umer cejn li tevahiya pêkhateyên herêmê, bi tayet Kurdên Êzidî pîroz kir û got: "Em hêvî dikin ku di vê cejnê de xêr û aştî li tevahiya cîhanê belav bibe."

(şx)

ANHA