Sersaxî ji malbata şehîd Beşîr Xeşan re hat xwestin

Bi sedan şêniyên navçeya Til Birak û Til Hemîs sersaxî ji malbata şervanê Erka Xweparastinê Beşîr Xeşan re xwestin.

Sersaxî ji malbata şehîd Beşîr Xeşan re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Beşîr Xeşan re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Beşîr Xeşan re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Beşîr Xeşan re hat xwestin
16 nîsan, 2019   13:32
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Til Birak û Til Hemîs berê xwe dan konê sersaxiyê yê şervanê Erka Xweparastinê Beşîr Xeşan ku 12`ê Nîsanê li Dêrazorê di encama kemîneke şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ`ê şehîd bibû. Konê sersaxiyê li gundê Um Qisêr ê 10 km dikeve rojhilatê navçeya Til Birakê hatiye venda.

Kon bi wêneyên şehîd Beşîr, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ala QSD`ê hatiye xemilandin.

Merasîma sersaxiyê bi rêzirgitinê dest pê kir. Paşê Hevserokê Meclisa Malatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê Ehmed Ebawî, endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo Ayida Xelîl (Dayika şehîd Orhan) û Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Birak Waed Elêwî, axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd re hat xwestin û bang li tevahî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate kirin ku ji  şaneyên veşartî yên ji çeteyên DAIŞ`ê hişyar bin, ji ber ku armanca wan aramî û ewlehiya herêmê tevlî hev bikin û destek bidn QS`ê û hêzên Ewlekarikya Hundrîn da ku firkên çeteyên DAIŞ`ê tine bikin.

Tevî rewşa hewayî û barana dijwar ku dibe lê şênî berê xwe didin konê sersaxiyê û sersaxiyê dixwazin. Tê payîn ku sersaxî heta saetên êvarê bidome.

(bx)

ANHA