YPG’ê nasnameyên 2 şervanên xwe eşkere kirin

YPG’ê bi daxuyaniyekê destnîşan ki ku şervanên wan Xwînrêj Welat û Serhed Ruha di dema kar û barên kontrolê de li gundê Baxoz ê Dêrazorê şehîd bûne.

YPG’ê nasnameyên 2 şervanên xwe eşkere kirin
16 nîsan, 2019   13:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameyên 2 şervanên xwe yên bi navên Xwînrêj Welat (Sîpan Ceîfer) û Serhed Ruha (Dilgêş Elî) eşkere kirin. YPG’ê diyar kir ku her du şervanên wan di 13’yê Nîsanê de li gundê Baxoz ê Dêrazorê di dema kar û barên paqijkirina herêmê de şehîd bûne.

Daxuyaniya YPG’ê wiha ye: 

“Piştî ku DAIŞ ji aliyê  fizîkî ve hate têkbirin, ji bo cihbicihkirina ewlehiya herêmê, hêzên me xebatên paqijkirinê dan destpêkirin. Di 13’ê Nîsanê de dema ku hêzên me bi armanca ewlehiyê kar û barên kontrole pêk dianîn, hevrêyên me Xwînrêj Welat û Serhed Ruha dema ku li ser erka xwe bûn, şehîd bûn.

Nasnameyên hevalên me yên şehîd wiha ne:

Nasnav: Serhed Ruha
Nav û paşnav: Dilgêş Elî
Navê dayikê: Isra
Navê bav: Hefid
Cihê jidayikbûnê: Qamişlo  
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor / Gundê Baxoz / 13 Nîsan 2019

***
Nasnav: Xwînrêj Welat
Nav û paşnav: Sîpan Ceîfer
Navê dayikê: Gulistan
Navê bav: Erîf
Cihê jidayikbûnê: Şêrewa
Cih û dîroka şehadetê: Dêrazor / Gundê Baxoz / 13 Nîsan 2019

Hevrêyê me Serhed li bajarê Qamişlo yê Rojava di nav malbateke welatparêz de hate dinê û mezin bû. Bandora şoreşa Rojava li ser wî jî çêbû û di emrê xwe yê ciwan de tev li refên şoreşê bû. Di têkoşîna azadiyê de di demeke kin de xwe bi pêş ve bir û rik û hêrsa xwe ya li dijî dijmin veguherand hêz û qawetê û di têkoşîna xwe de nîşan da. 

Hevrêyê me Xwînrêj li navçeya Şêrawa ya Efrînê ku nirx û çanda resen a gelê me lê zindî ye, di nav malbeteke welatparêz de ji dayik bû. Di demekê de ku li hember dagirkeran şerê berxwedanê dihate kirin, tev li nav refên me bû. Di nav rastiya bêeman a şer de, xwedî li nasname û nirxên xwe derket û li ser vê rêyê meşiya. Dilnizmiya wî ya li hember hevalên xwe, her tim ji hevalên li derdora wî re bû mînak.

Em di şexsê her du hevalên xwe yên şehîd de hemû şehîdên xwe yên qehreman bi minet û rêzdarî bi bîr tînin û ji malbatên her du şehîdên xwe yên qedirbilind û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”