Gelê Girkê Legê destek da çalakiyên greva birçîbûnê

Bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê bi armanca destekdayîna çalakiyên greva birçîbûnê û şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan meşek li dar xist.

Gelê Girkê Legê destek da çalakiyên greva birçîbûnê
Gelê Girkê Legê destek da çalakiyên greva birçîbûnê
Gelê Girkê Legê destek da çalakiyên greva birçîbûnê
Gelê Girkê Legê destek da çalakiyên greva birçîbûnê
Gelê Girkê Legê destek da çalakiyên greva birçîbûnê
16 nîsan, 2019   12:36
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê bi armanca destekdayîna çalakiyên greva birçîbûnê û şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşek li dar xist. Nûnerên saziyên civaka sivîl, meclis û komîn bi armanca destekdayîna çalakiya greva birçîbûnê û banga bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan, tev li meşê bûn.

Di meşê de wêneyên çalakvanên greva birçîbûnê û pankartên destekdayîna çalakiya greva birçîbûnê hatin hildan.

Meş ji qada Şehîd Xebat Dêrik a navçeyê dest pê kir. Di meşê de dirûşmên destekdayîna çalakiya gereva birçîbûnê û banga rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin berzkirin.

Meş li navenda navçeyê veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de hevserokê Meclisa Girkê Legê Mihemed Cemîl axivî û çalakvanên di greva birçîbûnê de silav kirin.

Cemîl di axaftina xwe de got dewletên ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komplo pêk anî, zanîbûn ku Ocalan gelan ji zilm û zordariy rizgar bike, ji ber wê ew dîl girtin lê komploya wan bi ser neket, ji ber ku fikrên Ocalan li tevahî cîhanê belav bûne.

Cemîl di axaftina xwe de tekez kir ku berxwedana çalakvanên greva birçîbûnê û berxwedana gelê Kurd tê wateya ku fikr û felsefeya rêber Ocalan rêya rizgarkirina gelê bindest e her wiha bang kir ku têkoşîn ji bo destekdayîna çalakiya greva birçîbûnê heta pêkanîna xwestekên wan berdewam bike.

Mîtîng bi dirûşmên banga azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û silavkirina berxwedana greva birçîbûnê bi dawî bû.

(bx)

ANHA