Axa Serêkaniyê dîsa hizimî

Li bajarê Serêkaniyê ji ber barana dijwar erd hizimî û ziyan çêbûn.

Axa Serêkaniyê dîsa hizimî
Axa Serêkaniyê dîsa hizimî
Axa Serêkaniyê dîsa hizimî
Axa Serêkaniyê dîsa hizimî
8 nîsan, 2019   14:38
HESEKÊ

Ji ber barana dijwar erda Baxçeyê Şehîd Bêrîvan a taxa Ronahî ya bajarê Serêkaniyê hizim û zemîna wê çû xwarê. Ji ber wê gelek dar ketin û ziyan gihiştin xetên kanalîzasyonê yên baxçeyê.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Hawarê rêya Kornêş a li beramberî baxçe girtin û ji bo ewlehiya şêniyan bend danîn.

Li aliyekî din Şaredariya Gel ava li hin taxên bajar kom bûye kişand, ku nebe semeda hizimbûnê.

Di zivistanî de jî ji ber barana dijwar li hin taxên bajarê Serêkaniyê erd hizimîbû.

ANHA