Mizgefta Îstîqama ji nû ve hate vekirin

Mizgefta Îstîqama ya li taxa Eşrefiyê ya Helebê ku ji beriya 8 salan ve ji aliyê çeteyên dagirkeriya Tirkiyê ve wêran bibû, piştî hat sererastkirin, îro ji nû ve hat vekirin.

Mizgefta Îstîqama ji nû ve hate vekirin
Mizgefta Îstîqama ji nû ve hate vekirin
Mizgefta Îstîqama ji nû ve hate vekirin
Mizgefta Îstîqama ji nû ve hate vekirin
Mizgefta Îstîqama ji nû ve hate vekirin
Mizgefta Îstîqama ji nû ve hate vekirin
Mizgefta Îstîqama ji nû ve hate vekirin
8 nîsan, 2019   15:00
HELEB

Di encama êrîşên komên çete yên li ser taxên bajarê Helebê gelek cih di nav de mizgeft wêran bibûn.

Mizgefta Îstîqama ya taxa Eşrefiyê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatibû wêrankirin. Buroya Hevdîtina Olan a taxa Şêxmqsûd sererastkirina wê girt ser xwe. Pişt bidawîbûna sererastkirinê îro bi merasîmekê hat vekirin.

Şêxên nûnerên hemû pêkhateyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û bi dehan şêniyan beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de Serokê Buroya Olan Şêx Elî Hesen vekirina mizgefê pîroz kir û hêvî kir ku mizgeft bibe cihê hezkirin û aştiyê.

Merasîm bi xwendina ayatên Quranê û sirûdên olî bi dawî bû.

ANHA