Salvegera Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Reqayê hat pîrozkirin

Bi dirûşemeya "Ez Sûrî me.. min dîrok afirand.. ez ê pêşerojê ava bikim", Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ya buroya Reqayê salvegera xwe ya yekemîn bi şahiyek pîroz kir.

Salvegera Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Reqayê hat pîrozkirin
Salvegera Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Reqayê hat pîrozkirin
Salvegera Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Reqayê hat pîrozkirin
Salvegera Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Reqayê hat pîrozkirin
Salvegera Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Reqayê hat pîrozkirin
Salvegera Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Reqayê hat pîrozkirin
8 nîsan, 2019   14:10
REQA

Bi boneya salvegera yekemîn a damezrandina Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, şaxê partiyê li Reqayê şahiyek li lîstikgeha Firat a Werzîşê li dar xist. Bi sedan şêniyên Reqa û gundewarên wê, endamên saziyên sivîl û leşkerî û şêxên eşîrên Reqayê û endamên şaxên Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Dêrezor, Idlib û Dera amade bûn.

Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm Qeftan di şahiyê de axivî, damezrandina partiyê pîroz kir û got: " Ev hevdîtin piştî salakî ji damezrandina partiyê pêk hat, ji bo gelê Sûriyê dê bibe keşiya xelaskirinê ji aloziyê."

Îbrahîm Qeftan anî ziman ku "Partiya Pêşerojê ya Sûriyê hewl dide şêniyên Sûriyê yên ku dê bibin dîrok û pêşeroj vegerîne welatê, ew yek jî bi rêya ewlehiya Sûriyê tê pêk were."

Qeftan li ser rola şehîdan û lehengiya wan û şehîd Omer Elûş û Merwan El-Fiteyih axivî û wiha got: "Rola wan di avakirina Partiya Pêşerojê ya Sûriyê dde pir bû, wan rêya me ronî kir."

Yek ji rûspiyên êşîreya El-Mûsa El-Zahir Şêx Ayid El-Hadî axivî got: "Partiya Pêşerojê ya Sûriyê mafê hemû gelê Sûriyê misoger dike, bi rêya wê em Sûriyeke demokratîk li ser esasê biratiya gelan ava bikin."

Piştî ku axaftin bi dawî bûn, senvîzyonek li ser kar û xebatên partiyê hate pêşandan. Paşê komên çand û hunerê şano, stran û dîlan pêşkêş kirin.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê di 27`ê Adara 2017`an bi dirûşmeya "Sûriyeke pirreng, demokratîk û ne navendî" hat avakirin.

(jo)

ANHA