Lehiyê li 4 gundên Til Hemîsê da

Lehiyê li 4 gundên bajarokê Ebû Cirin ê navçeya Til Hemîsê da. Ji ber wê 15 mal hilweşiyan. Şêniyên gund Şaredariya Gel rexne kir ku alîkarî nekirine. Şaredariyê jî got ji ber lehiyê hemû rê hatin girtin, pir jî xirab bûn, lewma wan nekarî xwe bigihînin gundiyan.

Lehiyê li 4 gundên Til Hemîsê da
Lehiyê li 4 gundên Til Hemîsê da
Lehiyê li 4 gundên Til Hemîsê da
Lehiyê li 4 gundên Til Hemîsê da
Lehiyê li 4 gundên Til Hemîsê da
Lehiyê li 4 gundên Til Hemîsê da
Lehiyê li 4 gundên Til Hemîsê da
Lehiyê li 4 gundên Til Hemîsê da
Lehiyê li 4 gundên Til Hemîsê da
Lehiyê li 4 gundên Til Hemîsê da
Lehiyê li 4 gundên Til Hemîsê da
Lehiyê li 4 gundên Til Hemîsê da
Lehiyê li 4 gundên Til Hemîsê da
Lehiyê li 4 gundên Til Hemîsê da
Lehiyê li 4 gundên Til Hemîsê da
Lehiyê li 4 gundên Til Hemîsê da
Lehiyê li 4 gundên Til Hemîsê da
Lehiyê li 4 gundên Til Hemîsê da
Lehiyê li 4 gundên Til Hemîsê da
Lehiyê li 4 gundên Til Hemîsê da
6 nîsan, 2019   06:41
ŞIHAB EL-EHMED - QAMIŞLO

Li herêmên rojhilatê herêma Cizîrê di rojên dawîn de baraneke zêde bariya û di encamê de lehî rabûn. Ji ber lehiyan bi sedan mal hilweşiyan û ziyanên mezin gihîştin milkên welatiyan. Zeviyên çandiniyê di bin avê de man û ziyan dîtin. Tê gotin ku li 4 gundên girêdayê bajarokê Ebû Cirin ê navçeya Til Hemîsê 7 hezar donim zevî di bin avê de man.

Nûçegihanê me serdana gundên Milêhiya, Ferhaniya Mezin, Ferhaniya Biçûk û Mezreya Kiêd kir.

Şêniyên gundan xwest şaredarî alîkariya wan bikin, bi taybet nan ji wan re peyda bike û gotin heta niha alîkarî ji bo wan neçûye. Şaredariya Gel diyar kir ku rêyên van gundan ji ber lehiyê hatin girtin û pir jî di bin avê de mane, lewma nekarîn xwe bigihînin gund.

Jina bi navê Hemîda El-Xizêm ji gundê Ferhaniya Mezin e, wiha got: “Neviyekî min ê ku nû çêbûye, mir. Me nedikarî ji ber baran û lehiyê wî defin bikin."

Welatiyê bi navê Ferhan El-Xidir ji gundê Milêhiyê ye, ji ber lehiyê mala xwe li ser kerê bar kiribû û derdiket. El- Xidir wiha got: “Her çar gund di navbera du geliyan de ne, geliyên Red û Cerahî. Piştî lehî rabû, av derbasî gundan bû û malên me xirab bûn. Ji ber bilindbûna asta avê tu kesî nedikarî ji gund derkeve, yên derveyî gund bûn, xwe xilas kirin. Yên li gund jî asê man. Ez niha bi kerê diçim nan peyda dikim.”

Ferhan El-Xidir diyar kir ku 5 bîrên çandiniyê li gund hebûn û hemû jî di bin avê de man. El- Xidir got: “Li gundên Ferhaniyê, Milêhiyê û Mezreya Kiêt 15 mal bi temamî hilweşiyan.”

Yûsif El-Paşa ji gundê Ferhaniyê ye û dibêje7 hezar donim zeviyên ceh û kemûn di bin avê de man, her wiha banga alîkariyê, vekirina rê û sererastkirina piran kir.

Îda El-Elî ya ji gundê Mezreya Kiêd jî dibêje: "Rewşeke wiladetê gel me çêbû, zarokên min ew rakirin, rê qut kirin heta gihîştin gel pîrikê da ku wê biwelidîne."

ANHA