Li Reqayê xebatên perwerdeya jinan

Di encama xebatên Buroya Jinan a Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê de, jin di aliyê perwerdeyê de xwe bi pêş dixin. Niha jî rêjeya jinan di xebatên perwerdeyê de ji sedî 75 derbas kiriye.

Li Reqayê xebatên perwerdeya jinan
6 nîsan, 2019   06:33
RÛBA EL-ELÎ-REQA

Buroya Jinan a Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê di nava sal û nîvekê de astengî kişandin. Herî zêde astengî ji fikrê paşverû yê ku çeteyên DAIŞ‘ê di nav şêniyan de çandibû, hatin kişandin. Ruxmî vê yekê buroyê karî van astengiyan derbas bike û xebatên pêşxistina jinan bi rêya vekirina dewreyên perwerdeyê yên bîrdozî didomîne. Di vê çarçoveyê de ji Reqa, navçe û gundewarên wê 2 hezar mamoste tev li dewreyên perwerdeyê bûn.

Buroya Jinan a Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê 10 dewreyên perwerdeyê yên fêrkirina xwendin û nivîsandinê ji bo jinên temenmezin vekirin.

Der barê mijarê de hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Meyada Şêx got: "Li Reqayê 7 sal perwerde hatibû qutkirin, bi taybet jinan gelek pirsgirêk kişandin. Me serdana jinan kir da ku pirsgirêk werin çareserkirin."

Meyada destnîşan kir ku jinan bi hemû hêza xwe kar kir da ku prosesa perwerdeyê bi ser bikeve, niha jî rêjeya jinan di xebatên perwerdeyê de ji sedî 75 derbas kiriye.

Meyada Şêx li ser xebatên demên pêş ên Buroya Jinan a Komîteya Perwerde û Fêrkirinê axivî û got: “Wê ji bo jinên ciwan ên ku naçin dibistanan dewreyên perwerdeyê bidin. Em ê koordînasyonê li gundewarên bajarê Reqayê ava bikin da ku prosesa perwerdeyê bi pêş bikeve.”

Hevseroka Buroya Perwerde û Fêrkirinê ya Meclisa Sivîl a Reqayê Meyada Şêx di dawiya axaftina xwe de got: "Ji bo pêşxistina jinan, avakirina civakeke azad û exlaqî em bi hemû enerjiya xwe dixebitin."

(bb)

ANHA