Cotkarên Reqayê dîsa li çandiniya bejî vedigerin

Cotkarên herêma Reqayê ji ber barana zêde ya îsal, careke din li çandiniya bejî vedigerin.

Cotkarên Reqayê dîsa li çandiniya bejî vedigerin
Cotkarên Reqayê dîsa li çandiniya bejî vedigerin
6 nîsan, 2019   06:57
REQA-HEMED EL-MUSTEFA  

sal li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê baraneke zêde bariya. Kesên temenmezin ên ji bajarê Reqayê dibêjin ku barana wekî ya îsal ji sala 1988‘an ve nebariye. Barana zêde, bû sedem ku cotkarên Reqayê dîsa li çandiniya bejî ya genim û ceh vegerin.

Lêçûna çandiniya bejî ji ya avî kêmtir e. Lêçûna her dominek zeviyên bejî bi qasî 8 hezar lîre ye û hewcedariya wê bi semad û avdanê nîn e. Ji ber ku ava xwe ji baranê digire, ji ber vê yekê cotkar dîsa zeviyên bejî diçînin.

Li gorî texmînên şêniyên gundewarên Reqayê ji sedî 70 zeviyên herêma Reqayê bejî hatiye çandin. Yanî 14 hezar kîlometre çargoşe ji firehiya herêmê ku 19 hezar kîlometre çargoşe, derbas kir.

Cotkarê bi navê Mûsa El-Cabir ji gundê Miêzîlayê yê bakurê bajarê Reqayê ye û dibêje: "Îsal baraneke zêde hat. Vê baranê hêvî da me ku em dîsa li çandiniya bejî vegerin. Ji nû ve me dest bi çandiniya bejî kir, em bi hêvî ne ku baran heta mewsimê baş be."

ANHA