Îsraîlê dest bi pêkanîna hevpeymana agirbestê kir

Rojnameyeke Lubnanê diyar kir ku piştî erêkirina şertên komên filistînî li Xezayê, Îsraîlê dest bi pêkanîna agirbestê kiriye. Li aliyekî din jî artêşa Îsraîlê 11 filistînî di pêngava ewehiyê de li aliyê rojava girtin. 

Îsraîlê dest bi pêkanîna hevpeymana agirbestê kir
1 nîsan, 2019   09:47
XEZA

Nûçegihanê ajansa me ji Xezayê ragihand ku vê sibê sendîkaya masîvanan a Xezayê ya Filistînê ragihand ku artêşa Îsraîlê rûbera qada nêçîrvaniya deryayî li Xezayê berfireh kir.

Di vê çarçoveyê de rojnameyeke Lubnanê, gava berfirekirina rûbera nêçîrê li deryaya Xezayê, wekî gaveke nû ji pêkanîna hevpeymana agirbesta di navbera Xeza û Îsraîlê de bi nav kir, lê gava duyem dê di vê hefteyê de be ku ew jî zêdekirina kamyonan e ku bi rêya Dergeha Kerem Ebû Salim derbas bibin. Her wiha destnîşan kir ku şandeyeke biyanî dê serdana Xezayê di vê mehê de bike da ku rewşa mirovî ji nêz ve bişopînin.

Ji aliyekî din ve jî, çavkaniyên filistînî got artêşa Îsraîlê 11 filistînî ji deverên cuda yên rojavayê Xezayê girtin û mal û milkên wan jî wêran kirin.

 (eh)

ANHA