Rojeva rojnameyên erebî 

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa li Idlibê, kampa El-Rukban, Lûtkeya Erebî, Cezayîr, Sûdan û hilbijartinên Tirkiyê kir.

Rojeva rojnameyên erebî 
1 nîsan, 2019   08:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Şerq El-Ewset: Piştî lihevkirinê, bi sedan kes ji kampa El-Rukban derketin

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewset behsa rewşa li kampa El-Rukban kir û got: “Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, bi saya kesayetên li herêma El-Rukban û piştî banga Moskovê ji bo Washington da ku tev li danûstandinên ji bo rakirina kampa El-Rukban li başûrê Sûriyê bibe, bi sedan ji şêniyên kampa El-Rukban a li ser sînorê Sûriye-Urdunê derketin û ber bi herêmên hêzên rejîma Sûriyê ve çûn.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan ji meha Sibatê heta niha 700 kes ji kampê derketine. Her malbatek ku dixwaze ji kampê derkeve, divê 200 hezar lîreyên Sûriyê bide û bi erebeyekê biçe herêmên di bin serweriya rejîma Sûriyê de.

El-Weten: El-Nusra Meclisa Şûra ava kir da ku rewabûna xwe bi cih bike… Hewldanên  binpêkirinê û derbasbûnê nû dibin û artêşê terorîstên El-Şemal kirin hedefa xwe

Rojnameya El-Weten a Sûriyê behsa herêmên di bin serweriya çeteyên Cebhet El-Nusra de kir û got: “Piştî derbeyên mezin ku Artêşa Sûriyê gihand terorîstên El-Şemal, li bejahiya Hema û Idlibê bêdengî çêbû. Lê piştre careke din rêxistinên terorîst hewl da vê aramiyê binpê bikin. Li ser vî esasî careke din yekîneyên artêşê li aliyê bakur û rojavayî Hemayê û aliyê başûr û rojhilatê Idlibê anku herêmên bêçek, berisv dan.”

Li gorî rojnameyê Tirkiye bi siyaseta xwe, Cebhet El-Nusra teşwîq kir da ku hin gavên din li herêmên di bin serweriya xwe de li Idlibê û bejahiya wê biavêje da ku xwe îspat bike û hişt ku Meclisa Şûra ava bike, bi vê yekê dixwaze rewabûna xwe ferz bike.

Cezayîr

Der barê rewşa Cezayîrê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: "Bi teklîfkirina hikumeta nû bi serkêşiya Noredîn Bedewî ji aliyê serokkomarê Cezayîrê Ebdulezîz Boteflîqa, ne zelalbûna rewşa  siyasî li Cezayîrê kûr bûye, di demekê de ku tevgera gel ji bo dûrxistina Boteflîqê didome."

Sûdan

Her wiha li Sûdanê, rojnameya El-Ereb wiha got: "Meclisa Şûra kongreya Partiyê Kongerya El-Wetenî heta demeke nediyar taloq kir, di kongreyê de dihate payîn serokekî nû bihata hilbijartin, ji ber ku serok Omer Hesen Beşîr beriya niha xwe ji serkêşiya partiyê vekişand û radestî cîgirê xwe Ehmed Harûn kir."

Lûtkeya Erebî

Der barê Lûtkeya Erebî de, rojnemeya Şerq El-Ewset got: "Rayedarên Ereb di lûtkeya xwe ya asayî de ku li Tûnisê hate lidarxistin, li ser lêvegera qanûna navneteweyî ji bo çareserkirina aloziyên herêmê teqezî kirin. Di daxuyaniya dawîn a lûtkeyê de biryara Amerîka der barê serdestiya Îsraîlê li ser Colanê hate redkirin û hate diyarkirin ku ew yek binpêkirineke xeternak li ser qanûnên NY`yê re ye."

Yemen

Li Yemenê jî rojnameya El-Ereb wiha got: "Xebata Neteweyên Yekbûyî ji bo pêkanîna aştiyê tenê sembolîk e, êdî pirs li ser tevgera Nûnerê navnetewî Martin Griffiths û serokê komîteya çavdêriya navnetewî li parêzgeha El-Hudeyde Michael Lawlessard tê kirin, ji ber ku heta niha gavên ji bo pêkanîna aştiyê nehatin avêtin û tu guhartin li ser rûyê erd çênebûye.”

Filistîn

Der barê Filistînê de jî, rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu civîna hikumetê ku dihat payîn roja çareşemê bê lidarxistin, taloq kir. Ew yek jî ji bo parastina itîfaqa agirbestê ya di navbera wan û tevgera Hemasê li Xezayê de bi hevkariya Misrê ye.”

Tirkiye

Der barê Tirkiyê û hilbijartinan, de rojnameya El-Ereb wiha got: "Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi xwe ji biryara xwe ne bawer bû ku dirûşme û daxuyaniyên xurt wê bihêle ku gel ji bo wî dengan bide, gelê ku ji ber rewşa aloziya aborî di rewşeke xerab de dijî.”

(jo/kc)