72 hezar û 842 koçber û penaber di kampa Holê de hene

Hejmara kesên di kampa Holê de gihîşt 72 hezar û 842 penaberên ji Iraqê, koçberên Sûriyê û malbatên çeteyên DAIŞ`ê ku xwe radestî QSD`ê kiriye. Rêveberiya kampê hewl dide bi derfetên kêm pêdiviyên koçberan peyda bike.

72 hezar û 842 koçber û penaber di kampa Holê de hene
72 hezar û 842 koçber û penaber di kampa Holê de hene
72 hezar û 842 koçber û penaber di kampa Holê de hene
1 nîsan, 2019   07:50
HESEKÊ - EHMED MIHEMED

Kampa Holê di 21`ê Nîsana 2016`an de hate vekirin da ku koçber û penaberan pêşwazî bike. Yek ji kampên herî mezin di nav kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ev kamp e û di demên dawîn de hejmara koçberên ji herêmên Hecînê û malbatên çeteyên DAIŞ`ê ku di cihê herî dawî yê DAIŞ`ê de bûn, berê xwe da kampê.

Li ser hejmara dawîn ku rêveberiya kampê derxist, hevseroka rêveberiya kampên herêma Cizîrê Macîde Emîn ji ANHA`yê re got ku hejmara kesên berê xwe daye kampa Holê pir zêde bû, heta niha û li gorî hejmara dawîn 72 hezar û 842 kes e.

Macîde diyar kir ku ji wan 21 hezar û 208 malbat ji nasnameyên cuda ji koçberên Sûriyê ne û ji herêmên cuda ku ji ber şerê li  Sûriyê pêk hat, malên xwe terk kirine. Her wiha penaberên ji Iraqê jî ji ber şerê çeteyên DAIŞ`ê reviyane û herî dawî malbatên çeteyên DAIŞ`ê ku piraniya wan jin û zarok in, xwe radestî QSD`ê kir.

Li gorî hejmara dawîn ku di 25`ê Adarê de hate tespîtkirin, hejmara koçberên ji Sûriyê û di nav de malbatên DAIŞ`ê ji Sûriyê, di kampê de gihaşt 31 hezar û 436 koçberan ji eslê 9 hezar û 20 hezar û 220 malbatan e, her wiha hejmara penaberên Iraqê û malbatên DAIŞ`yên ji Iraqê gihaşt 30 hezar û 367 kesan û di nav de 8 hezar û 670 malbat e. Her wiha hejmara malbatên DAIŞ`yên biyanî gihaşt 11 hezar û 39 jin û zarokan, di nav de 3 hezar û 318 malbat ji nasnameyên biyanî ne.

Macîde di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku rêveberiya kampê hîna di hejmartina kesên ku tên kampê de dewam dike, hejmareke pir mezin gihaşt kampê, kamp tenê ji bo 40 hezar kesan û ji penaberên Iraqê re hatibû avakirin.

(jo)

ANHA