Li Keramê xetên avdanê xitimîne

Şêniyên Keramê ya gundewarê rojhilatê Reqayê bang li aliyên peywendîdar kirin ku xetên avdanê yên çandiniyê paqij bikin. Meclisa Gel a Keramê û Komîteya Çandiniyê soza paqijkirinê dan.

Li Keramê xetên avdanê xitimîne
Li Keramê xetên avdanê xitimîne
Li Keramê xetên avdanê xitimîne
Li Keramê xetên avdanê xitimîne
1 nîsan, 2019   07:47
 EHMED EL-ESAF/REQA

Şêniyên gundên Keramê yê gundewarê rojhilatê Reqayê ji ber kombûna gemarê di nav toreyên çandiniyê de bi gilî û gazinc in. Li Keramê 3 toreyên çandiniyê ji projeyên El-Reêd û Jorîn hene. Ev tore ava zêde ji zeviyan ber bi çemê Firatê  tînin û di nav gundan de bi dirêjahiya 3 km dirêj dibin. Toreyên çandiniyê ava baranê û lehiyan ji gund û çilostanê ber bi çem ve tîne da ku ava baranê  ji gundên toreyên kanalîzasyonê lê tune ne were veguhestin.

Ev her sê toreyên çandiniyê ji 8 salan ve nehatina paqijkirin. Çawîr, şînkahî û gemarên ku di nav wan toreyan de kom bûne rê lipêşiya herikîna avê digirin. Ew bi hewcedariya paqijkirinê ne, bi taybet dema baran bibare dibin sedema kerastekê, rabûna lehiyan û hilweşandina pirên li ser toreyên çandiniyê.

Li ser wê şêniyên Keramê bang li aliyên têkildar kirin ku van toreyan paqij bikin. Şêniyê bi navê Ehmed El-Xelîl ê ji gundê Leksûn got: "Ev tore ji 8 salan ve nehatina paqijkirin û dibe ku baranên vê dawiyê bibe sedema lehiyan. Ji ber gemar û şînkahiyên ku di nav toreyan de kom bûne av naherike."

El-Xelîl destnîşan kir ku ji ber kombûna avê di wan toreyan de, bilindbûna rêjeya şiliyê û şînkahiyê ku lê şîn bûne, gelek cureyên mêşan kom dibin. Ev mêş nexweşiyan vedugihêzînin.

El-Xelîl bang li aliyên têkildar kir ku tevahiya toreyên çandiniyê paqij bikin bi taybe ên di nav gundan de.

Hevserokê Meclisa Gel a rojavayê Keramê Ehmed El-Medan ji ajansa Hawarê re got: "Ji demekê ve em vê  pirsgirêkê dinirxînin, lê derfetên heyî têra xebatên paqijkirinê nakin. Me daxwazên xwe gihand Komîteya Çandinê û wan jî soza peydakirina alavên paqijkirina toreyan dan. Her wiha yek ji rêxistinan serdana toreyên çandiniyê kirin û soza piştgiriya paqijkirinê da. Em bawer in ku di demek nêz de em ê vê pirsgirêkê careser bikin."

(şx)

ANHA