Leyla Guven 145 roj e di grevê de ye

Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ku bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiriye, di roja xwe ya 145’an de dewam dike.

Leyla Guven 145 roj e di grevê de ye
1 nîsan, 2019   07:31
HABER MERKEZİ

Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Culemêrgê Leyla Guven bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 145 roj e di greva birçîbûnê de ye.

Li Hewlêrê endamê meclisa partiyê ya HDP’ê Nasir Yagiz çalakiya xwe di roja 132’emîn de didomîne. Her wiha li Strasbourgê 14 kes û li Walsê Îmam Şîş ev 106 roj e çalakiya xwe ya greva birçîbûnê didomînin.Li Mexmûrê çalakiya endama Meclisa Îştarê Fadîle Tok 72 roj, çalakiya hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel û parlamentera berê ya HDP’ê Selma Irmak 76 roj, li bajarê Toronto yê Kanadayê çalakiya Yusuf Îba 79 roj û her wiha çalakiya girtiyên li zindanên Tirkiyê ku di 16’ê Kanûnê de dest pê kiribû, 107 roja li pey xwe hiştin. Çalakiya girtiyan di 1’ê Adarê de li tevahiya zindanan belav bûbû.

Li Amadê parlamentera HDP’ê Dêrsim Dag di 3’yê Adarê de û piştre her du parlamenter Tayîp Temel û Murat Sarisaç di 8’ê Adarê de di avahiya HDP’ê de dest bi çalakiya xwe kir.

Ji endamên partiyê Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salih Tekîn ve Bilal Ozgezer ku bi parlamenteran te ketibûn grevê, piştî serdegirtina avahiya HDP’ê hatin destgîrkirin û Yusuf Aktaş jî hate girtin.

Li malên xwe çalakiya xwe didomînin

Her wiha çalakiya Sedat Akin ku di Zindana Erzinganê de dest bi çalakiyê kiribû, piştî ku hate tehliyekirin, çalakiya li mala xwe ya li Batmanê didomîne. Çalakiya Akin ket roja 85’an.

Gurbet Ektîren ku li Zindana Bakirkoy a Stenbolê di 15’ê Çileyê de dest bi çalakiyê kiribû, piştî ku di 8’ê Adarê de hate tehliyekirin, çalakiya xwe li mala xwe ya navçeya Dêrik a Mêrdînê didomîne. Çalakiya Gurbet Ektîran jî ket roja 77’an.