Li Reqayê Meclisa Qehtaniya xebatan pêş dixe

Meclisa Qehtaniya ya gundewarê bakurê rojavayê bajarê Reqayê bi derfetên kêm xizmetê dike, da ku jiyana li herêmê ji nû ve zindî bike.

Li Reqayê Meclisa Qehtaniya xebatan pêş dixe
Li Reqayê Meclisa Qehtaniya xebatan pêş dixe
Li Reqayê Meclisa Qehtaniya xebatan pêş dixe
Li Reqayê Meclisa Qehtaniya xebatan pêş dixe
Li Reqayê Meclisa Qehtaniya xebatan pêş dixe
1 nîsan, 2019   06:35
EMAR EL-XELEF - REQA

Piştî ku QSD’ê Reqa ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir, Meclisa Sivîl a Reqayê dest bi xebatên rêxistinkirin û jinûve avakirina bajarê kir. Meclisê di vê çarçoveyê de şênî di nava komîn û meclisan de bi rêxistin kirin da ku karibin bi xwe xwe rêveberin û pêwîstiyên xwe bi cih bînin.

Meclisa Qehtaniya ya gundewarê bakurê rojavayê Reqayê ku 6 km dûrî bajêr e, di 4‘ê Çileya 2019‘an de hate avakirin. Meclisa Qehtaniya 5 mezre û 6 gund di nav xwe de digire, "Qehraniya, Rebîa, Yarûb, Ednaniya, Bîr El-Heşim û Seqûra" û bi derfetên kêm xizmeta gel dike.

Hevserokê Meclisa Qehtaniya Îsa El-Fenûş diyar kir ku piştî rizgarkirina bajarê Reqayê ji çeteyan wan yekser dest bi rêxistinkirina civakê kirin û di vê çarçoveyê de şênî di nava komîn û meclisan de  bi rêxistin kirin.

Îsa El-Fenûş anî ziman ku 22 komîn û meclis li gund û mezreyan hatin avakirin û bi derfetên di dest wan de xizmetê dikin.

Xebatên ku hatine kirin

Meclisê di demên dawî de, ceyran gihand piraniya gund û mezreyên girêdayî Meclisa Qehtaniya. Rojane 12 saet ceyran tê dayîn.

Her wiha meclisê ava zelalkirî ku tê kontrolkirin gihan ji sedî 75 mezre û gundên girêdayî meclisê.

Li aliyekî din jî ji bo alîkardayîna bi cotkaran re mazot li wan tê belavkirin.

Meclisa Qehtaniya rêyên di navbera gund û mezreyan de vekirin, wekî Rêya Hetîn-Qehtaniya, Qehtaniya –Yarûb, Yarûb – Rebîna û hin rêyên din vekirin.

Hevserokê Meclisa Qehtaniya soz da şêniyên gundewarên bakurê rojavayê Reqayê ku ew ê di demên pêş de xebatên xwe berfirehtir bikin.

ANHA