HDP`ê li Erdîş û Îdirê jî bi ser ket

HDP'ê li navçeya Erdîş a Wanê 3 hezar bêhtir deng stend û li navçeyê bi ser ket û li Îdirê namzetên HDP’ê yê şerdariyê Yaşar Akkûş û Eylem Çelîk bi 22,255 dengan û ji sedî 50,12 bi ser ket.

HDP`ê li Erdîş û Îdirê jî bi ser ket
1 nîsan, 2019   05:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaredariya Erdîşê kete destê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP). HDP'ê 35 hezar 453 deng stend, AKP'ê jî 32 hezar 536 deng wergirt.

Îdir

Li Îdirê ya ku tevî 120 sindoq neketin sîstema YSK’yê jî, ji sedî sed sindoq hatin vekirin.

Li gorî encamên hilbijartinê namzetên HDP’ê Yaşar Akkûş, Eylem Çelîk bi ser ketin.