Şêniyên Şehba û Efrînê: Vîna çalakgerên greva birçîbûnê li dijî zilmê serdikeve

Şêniyên  kantonên Şehba û Efrînê berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê ya di girtîgehên Tirkiyê de silav kir û got, wê vîn li dijî hemû cûrên zilmê serbikeve.

Şêniyên Şehba û Efrînê: Vîna çalakgerên greva birçîbûnê li dijî zilmê serdikeve
Şêniyên Şehba û Efrînê: Vîna çalakgerên greva birçîbûnê li dijî zilmê serdikeve
Şêniyên Şehba û Efrînê: Vîna çalakgerên greva birçîbûnê li dijî zilmê serdikeve
1 nîsan, 2019   07:17
ŞEHBA-ARŞÎN NECAR

Ev nêzî sê mehan e berxwedana zindanan Tirkiyê bi pêşengiya parlamenter Leyla Guven berdewam e. Çalakgeran bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kirin. Asta nerazîbûnê li hember binpêkirinên dewleta Tirk û piştgiriya çalakgeran zêde dibin.

Şêniyên kantonên Şehba û Efrîn ji ajnasa me re axivîn û gotin vîna çalakgeran li dijî zilmê bi ser dikeve.

Jina bi navê Şêrîn Henan ji şêniyên kantona Efrînê ye û li navçeya Ehrezê ya Şehbayê dimîne. Şêrîn got berxwedana çalakgerên greva birçîbûnê ya ku sê meh derbas kiriye tevahiya astên berxwedanê derbas dike.

Şêrîn wiha berdewam kir: "Berxwedana Leyla Guven wê helbet bi serkeve û armancên wê pêk werin. Em piştgiriya xwe bi çalakgeran re heya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tekez dikin."

Jina bi navê Nîdal Mihemed ji şêniyên Efrînê ye û li navçeya Ehrezê dimîne. Nîdal got: “Em piştgiriya berxwedana Leyla Guven û hevalên wê yên di greva birçîbûnê de ne, dikin. Em ê asta têkoşînê û çalakiyên piştgiriyê bilind bikin. Berxwedan dê biserkeve her çiqas berdêl buha be û dewleta Tirk hewl bide me biçewisîne jî. Em ê bi berxwedan û yekgirtinê tecrîdê bi dawî bikin û li ser Erdoganê dîktator bi serkevin. "

Şêniyê bi navê Cemîl Hûrî ji şêniyên kantona Şehbayê ye tekez kir ku berxwedana çalakiyên greva birçîbûnê serkeftina vîn ê ye li dijî hemû zilmê û wiha got: "Bi giyana wan berxwedêran em ê şopdarên riya berxwedan û têkoşînê bin, heya azadiya rêber Ocalan."

(şx)

ANHA