Cejna Ekîto vejandina jiyanê ye

Cejna Ekîto yan jî sersala Aşûrî yek ji kevntirîn cejnên herêmê ye. Gelên Suryan, Keldan û Aşûr vê cejnê pîroz dikin. Cejna Ekîto bi hatina biharê re vejandina jiyanê rave dike.

Cejna Ekîto vejandina jiyanê ye
1 nîsan, 2019   05:38
RÊNAS REMO-KADAR IBRAHÎM - QAMIŞLO

Asur û Suryanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 1’ê Nîsanê de cejna Ekîto pîroz dikin. Cejna Ekîto ew sembola ku jiyan bi xwezayê re xwe nûjen dike, her wiha di vê rojê de hevy xwe nû dike û rêjeya şev û roj dibin wek hev.

Cejna Ekîto bi xwezayê ve girêdayî ye, berê gelan bi hatina mewsima berhevkirina ceh û di meha Îlonê de bi hatina mewsima berhevkirina genim pîroz dikirin. Lê Ekîto ji cejnek çandinî pêşket û veguherî cejnek neteweyî ya sersala nû.

Gelên herêmê ji Suryan, Aşûr û Keldan bi vê  boneyê di hemêza xwezayê de ayînên olî pêk tînin û bi şahiyekê û gerandina xelekên govendê pîroz dikin.

Saêr Ishaq Suryanî ji şêniyên navçeya Tirbespiyê ye. Ishaq diyar kir ku tevahiya gelên herêmê cejnên biharê pîroz dikin, gelê Suryan jî cejna Ekîto pîroz dike. Ev cejn geşbûn û vejandina jiyanê di biharê de rave dike.

Ishaq destnîşan kir ku gelên herêmê her yek li gorî taybemendiya xwe vê boneyê pîroz dikin, di hemêza xwezayê de, gerandina xelekên govendê, stranê û pêkanîna  ayînên olî.

Ishaq cejna Ekîto li tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Kurd, Ereb û Suryan pîroz kir, salek tijî xêr, aştî û aramî ji gelên herêmê re xwest.

Gelên herêmê Suryan û Aşûr îro cejna Ekîto bi şahiyan û pêkanîna ayînên olî pîroz dikin.

(şx)

ANHA