ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 1.04.2019

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 1.04.2019
1 nîsan, 2019   04:00

-Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê dê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê û çalakiyên gerîla yên li dijî dagirkeriya Tirkiyê dê werin şopandin.

- Operasyonên QSD`ê ji bo paqijkirina Baxozê piştî rizgarkirinê ji çeteyên DAIŞ`ê wê werin şopandin.

-Meclisên navçeyên Dêrik û Girkê Legê girêdayî jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rewşa siyasî, li navenda Şehîd Bawer a Ciwanan û Navenda Çand û Hunerê ya Girkê Legê civînan li dar dixe, saet 10:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Kongreya Star û Meclisa navçeya Tirbespiyê semînerek girêdayî jiyana Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna wî li hola Roj a navçeyê saet 10:00`an. Girêdayî heman mijarê Meclisa bajarê Qamişlo semînerek li hola Zana ya bajêr organize dikin, saet 14:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN).

-Partiya Asûr a Demokratîk bi boneya Cejna Ekîto şahiyekê dêra Qidsiyê ya navçeya Til Temirê li dar dixe, saet 11:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Malbatên şehîdan ên kantona Kobanê xwestin ku dadgeheke navneteweyî li Kobanê bê avakirin û çeteyên DAIŞ`ê yên ku di şerê Baxozê de ketine destê QSD`ê, tê de werin darizandin.

BI WÊNE Û DÎMEN).

-Malbatên çalakgerên grevên birçîbûnê yên di girtîgehên Tirkiyê gotin ew bi zarokên xwe serbilind in û şopdarên rêya wan in.

- Şêniyên Şehba û Efrînê berxwedana çalakgerên grevên birçîbûnê silav kirin û wê bi serkeftina vînê li dijî tevahiya cureyên zulm û çewisandinê wesifand.(BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Kongreya Star a navçeya Serêkaniyê bi boneya 4`ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sinevizyonek girêdayî jiyana Abdullah Ocalan li Navenda Çand û Hunerê saet 11:00`an. Girêdayî heman mijarê Kongreya Star a Kobanê semînerek girêdayî kurtejiyan Ocalan li hola Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê li dar dixe, saet 10:00.(BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNERÊ

-Koma bajarokê Rimêlan şanoyek bi navê Gûrî di roja şeşemîn a Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol a Şanoyê ya 4`emîn li ser dika Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo pêşkêş dike saet 16:00`an.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

-Cejna Ekîto yan jî sersala Babiliyan yek ji kevntirîn cejnên herêmê ye. Gelên herêmê ji Suryan, Keldan û Asûr vê cejnê pîroz dikin. Cejna Ekîto bi hatina biharê re vejandina jiyanê rave dike.(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Piştî rizgarkirina bajarê Reqayê ji komên çete û peydabûna ewlehî û aramî li herêmê  liv û tevgera li bazarên pîşezasiyê geş bûn.( BI WÊNE Û DÎMEN)

-Meclisa El-Qehtaniyê ya gundewarê rojavayê bajarê Reqayê li gel derfetên heyî xebatan ji bo pêşxistina warên xizmetguzariyê û jiyanî ji şêniyên mezari pêşkêş dike.( BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Keramê bang li aliyên têkildar dikin ku xetên avdanê yên çandiniyê paqij bikin. Ji aliyê xwe ve Meclisa Gel a Keramê û Komîteya Çandiniyê soza paqijkirinê di demek nêz de dan.(BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA