Hêza xwe ji zarokên xwe di girtîgehên Tirkiyê de digirin

Malbatên girtiyên Tevgera Rizgariya Kurdistanê yên di girtîgehên dewleta Tirk de û di greva birçîbûnê de ne gotin ew bi zarokên xwe serbilind in û ew şopdarên riyên wan in.

Hêza xwe ji zarokên xwe di girtîgehên Tirkiyê de digirin
Hêza xwe ji zarokên xwe di girtîgehên Tirkiyê de digirin
Hêza xwe ji zarokên xwe di girtîgehên Tirkiyê de digirin
Hêza xwe ji zarokên xwe di girtîgehên Tirkiyê de digirin
1 nîsan, 2019   05:52
ALAN REŞÎD-ŞEHBA

Şêniyên kantona Efrînê yên ku niha li kantona Şehbayê bi cih bûne di nav de malbatên girtiyên Partiya Karkerên Kurdistanê di girtîgehên Tirkiyê de gotin ew şopdarên riya zarokên xwe ne.

Şikrî Hemûdî ji şêniyên gundê Hec Hesna yê Efrînê ye û li gundê Babnisê yê kantona Şehbayê dimîne got: "Birayê min yê biçûk Ekrem bi nasnav Tolhildan fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 18 saliya xwe de nas kir û di sala 1985`an de li Lubnanê tev li têkoşîna çekdarî bû."

Hemûdî wiha domand: "Di 1989`an de piştî şerên dijwar di navbera hevalan û artêşa Tirk de birayê min birîndar dibe û xwe dispêrse malekê. Lê li ser agahiya hindek ajanan artêşa Tirk birayê min dîl digire."

Hemûdî destnîşan kir ku cezayê muebed li birayê wî hatiye birîn û wiha domand: "Lê têkoşîna wî ranewestiya. Tev li hemleyên greva birçîbûnê ji bo bidawîkirina tecrîdê li ser Rêberê Gelê Kurd bû. Di encamê de birayê min bi gelek nexweşiyan dikeve tansyon, ronahiya çavên wê kêm bûne û şekir. Tevî rewşa tenduristiya wî ya nebaş, birayê min niha tev li çalakiya greva birçîbûnê bi pêşengiya parlamenter Leyla Guven li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bûye."

Di dawiyê de Şikrî Hemûdî diyar kir ku wî birayê xwe ji 30 salan ve nedîtiye û got ew bi birayê xwe serbilind e û şopdarê rêya wî ye.

Ji aliyê xwe ve Zêneb Hec Mûsa ji şêniyên navçeya Recoyê ya kantona Efrînê ye niha li gundê Hilîsê yê kantona Şehbayê bi cih bûye. Girêdayî mijarê got: "Navê kurê min Ebdo Hec Mûsa bi nasnav Baz e. Di sala 1994`an de ji hêla artêşa Tirk ve dîl hate girtin."

Dayîka Zêneb behsa greva birçîbûnê bi pêşengiya parlamenter Leyla Guven kir û got: "Baz jî ji zêdetirî 5 mehan ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tev li çalakiyên greva birçîbûnê bûye."

Dayîka Zêneb tekez kir ku ew bi kurê xwe serbilind e ji ber ku qebûl nekiriye ku gelê Kurd di bin zulmê û zordestiyê de bimîne û berxwedana wî û hevalên wî di girtîgehên dagirkeriya Tirk de berxwedanek mezin e.

Ji aliyê xwe ve şêniyê bi navê Ehmed Ebo yê ji navçeya Şêrêwa dibêje ku birayê wî Hesen bi nasnav Serbest ji sala 1999‘an de ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê hatiye girtin û got ku birayê wê ji ber ku banga azadî û mafê gelê Kurd dikir hate giritin.

Ehmed wiha domand: "Birayê min Hesen niha di girtîgehên Tirkiyê yên bajarê Stenbolê de ye. Tirkiyê tu mfa nedaye û serdam û peywendiyên li gel wî qut kirine."

Ebdo di berdewama axaftina xwe de bal kişand li ser grevên birçîbûnê yên di girtîgehên faşîzmeya Tirkiyê de û wiha axivî: "Birayê min yek ji 7 hezar çalakgerên grevên birçîbûnê ye ku bi pêşengtiya Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li dijî Rêber Ocalana destpê kiriye."

Ehmed Ebdo di dawiya axafina xwe de anî ziman ku ew bi birayê xwe serbilind e û got: "Birayê min 45 salî ye, nexweşiya şekir û tension pêre heye, tevî vê jî di greva birçîbûnê ye. Em malbat bi berxwedan û greva wî ya biçîbûnê serbilind in."

(şx)

ANHA