Malbatên şehîdan ên Kobanê: Em dixwazin endamên DAIŞ`ê li vir bên darizandin

Malbatên şehîdan ên kantona Kobanê daxwaz kirin ku dadgeheke navneteweyî li Kobanê bê avakirin û çeteyên DAIŞ`ê yên ku di şerê Baxozê de ketine destê QSD`ê, tê de werin darizandin.

Malbatên şehîdan ên Kobanê: Em dixwazin endamên DAIŞ`ê li vir bên darizandin
1 nîsan, 2019   04:20
KOBANÊ- ŞÎRÎN MIHÊDÎN 

Di 23`yê Adara 2019`an de Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkçûna DAIŞ’ê ragihand. Di hemleya Baxozê de gelek çeteyên DAIŞ`ê xwe radestî şervanên QSD`ê kirin. Malbatên şehîdan ên kantona Kobanê dixwazin bi rêya avakirina dadgeheke navneteweyî li Kobanê çeteyên DAIŞ`ê yên girtî, bên darizandin.

Malbatên şehîdan ên kantona Kobanê diyar kirin ku destpêka têkçûna DAIŞ`ê li Kobanê bi saya zarokên wan bû.

Dayika şehîd Alan Ararat, Necla Şêxo diyar kir ku bi têkçûna DAIŞ`ê xewnên lawê wê pêk hatin û got: "Ez ji dinyayê dixwazim li Kobanê hesab ji DAIŞ`ê bê xwestin, ji ber ku destpêkê li vir têk çû. Ez bi kurê xwe serbilind im, ji ber ku têkçûna DAIŞ`ê encama berxwedana wan e."

Ayîşa Mihemed hevjîna şehîd Mihemed Xidir jî wiha got: "Dema hesab ji DAIŞ`ê were xwestin, em dixwazin hemû malbatên şehîdan amade bin. Me bi berxwedan û vîna xwe ya bêsînor DAIŞ têk bir û em ê bi êşa ku me dîtiye, hesab bixwazin. Em şehîdekî/ê didin û li şûna wê/wî bi sedan tev lê dibin."

Bavê şehîd Zîlan Dijwar, Mihemed Ehmed destnîşan kir ku tenê kesên canê xwe feda kir û berxwedan kir, dikarin vê kêfxweşiya tunekirina DAIŞ`ê bi wate bikin û wiha dewam kir: "Xwîna zarokên me encam da. Têkçûna DAIŞ`ê li keça min pîroz be. Pêwîst e DAIŞ li Kobanê bê darizandin, ji ber ku li vir dest pê kir û dê li vir bi dawî bibe."

Di dawiya axaftina xwe de bavê şehîd Zîlan wiha got: "Me çawa DAIŞ`ê têk bir, em ê hevkarên wê jî têk bibin."

ANHA