Li Bakurê Kurdistanê sindoq hatin girtin

Îro li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên herêmî pêk tên. Dengdanê ji  saet 07.00’an ve destpêkir. Li gorî saeta herêmî 16.00’an li herêma Bakurê Kurdistanê sindoq hatin girtin.

Li Bakurê Kurdistanê sindoq hatin girtin
31 adar, 2019   13:43

Îro li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên herêmî pêk hatin. Dengdanê li 32 bajaran di saet 07.00’ê de destpêkir. Li herêma Kurdistanê di saet 16.00’an de sindoq hatin girtin. Dê li bajarên Tirkiyê di saet 17.00’an de sindoq werin girtin. Piştî girtina sindoqan dê jimartina dengan destpê bike.

Di hilbijartinan de 57 milyon 58 hezar û 636 kes çûn ser sindoqan. Bi taybet li bijarên Kurdistanê eleqeyek mezin ji bo dengdanê hebû. Gelê Kurd ruxmî hemû polîtîkayên AKP-MHP yên antî demokratîk gel çû ser sindoqan.

Rayedarên HDP’ê bang li gel kirin ku heta hilbijartin bi dawî nebe dest ji sindoqan bernedin û xwedî li dengên xwe derbikevin.

ANHA